BI DÎMEN

Şêniyên Kerkûkê komploya navneteweyî protesto kirin

Komploya 9'ê Cotmehê ku qonaxa destpêkê ya Komploya Navneteweyî ye, di salvegera 18. de li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Azadî pêk hat û tevî gelek saziyan, şêniyên bajêr tevlî bûn.

Beşdaran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Koma Jinên Kurdistanê (KJK), Tevgera Azadî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Komalên Ciwan hildan. Li qada çalakiyê axaftin hatin kirin û komploya 9'ê Cotmehê bi zimanekî tund hat şermezarkirin.

Meş li semta Şorece ya Kerkûkê pêk hat û li dijî komployê dirûşmên şermezarkirinê hatin qîrîn. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û çalakî bi vî rengî qediya.

...