Li Kerkûkê nûçegihan êrîşên AKP’ê yên bi ser çapemeniyê de şermezar kirin
Li Kerkûkê nûçegihan AKP ya ku rojname, radyo û televîzyon girtin şermezar kirin û diyar kirin ev ‘dîktatorî’’ ye. Nûçegihanan daxwaza hevgiriyê kirin û xwestin ku li ser hikûmeta Tirk zext were kirin.
ANF
KERKÛK
şemî, 8 kewçêrê 2016, 13:04
Li Kerkûkê sendîka û nûçegihanan girtina televizyon û radoyên Kurdan û muxalîfan a ji hêla AKP’ê ve şermezar kirin.
Di daxuyaniya li ser navê nûçegihanan de wiha hate gotin:
‘’Li Bakurê Kurdistanê piştî ku bajar hatin şewitandin û mirovên me hatin qetilkirin niha jî çapemeniyê bêdeng dikin. Ev hişmendiya qirker herî dawî 12 qenalên televîzyonê û bi dehan radyo girtin. Di nav van qenalan de Zarok TV jî hebû. Girtina Zarok TV nîşanî me dide ku AKP ji xêzefîlmên zarokan ên Kurdî ditirse.
Heke li welatekî organên weşan û çapemeniyê werin girtin, nûçegihan werin girtin û wan bişîninin girtîgehê, hişkere ye ku li wî welatî dîktatorî heye. Ev sedema têkoşîna rewa ye. Ji ber ku heqê her kesî heye ku bi zimanê xwe biaxive û weşanê bike. Ji bo vê jî, em dixwazin diyar bikin ku AKP bi ti awayî wê nikaribe têkoşîna Bakurê Kurdistanê asteng bike. Ji ber ku gelê me ev bi salan e ku têkoşîneke bêhempa dide.’’
’DIVÊ KESEK LI HEMBERÎ ZORDARIYÊ BÊDENG NEMÎNE’
Li Kerkûkê li ser navê Sendîkaya Çapemeniyê jî daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, têknolojiya ragihandinê ya pêşketî dinya kiriye gundekî biçûk û ji ber vê jî êrîşên AKP’ê li ber çavê hemû dinyayê pêk tên û wiha domand, ‘’Bi vî awayî li ber çavê hemû dinyayê heqên herî rewa û demokratîk têne binpêkirin û bi dehan organên çapemeniyê bi kêfî têne girtin. Bi taybetî jî girtina Zarok Tv ku televizyona zarokan bû divê bi tundî were şermezarkirin û neyê qebûlkirin.’’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’ Em weke kedarê çapemeniyê yên li Kerkûkê û weke sendîkaya çapemeniyê diyar dikin ku em ê li hemberî van kirinan bêdeng nemînin û bangî wan kesan dikin ku em di qada netewî û navnetewî de yên ku alîgirê mafê mirovan, azadiya weşanê de li dijî AKP’ê têbikoşin. Tenê bi vî awayî nûçegihanên girtî serbest dikarin werin berdan û organên weşanê yên ku hatine girtin dîsa dikarin vebin. Gelê Kerkûkê jî divê li cem gelê Bakur be ku zext û zordarî li ser wan hene.’’
OSMAN: DIVÊ HER KES ZEXTÊ LI SER HIKÛMETA TIRK DEYNE
Wekîlê YNK’ê yê Iraqê ku tevlî daxuyaniya nûçegihanan bûyî, Mihemed Osman jîg ot: ‘’Kirinên li ser çapemeniyê yên li Tirkiyê bi hişkereyî dîktatorî ye. Lê divê were zanîn dawiya hemû dîktatoran jî wê weke ya Sedam Hisêyn be. Em ê li dijî dîktatoran bêdeng nemînin û li cem gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê bimînin. Heta dawiyê em ê têkoşîna demokrasiyê geş bikin. Ji ber ku heqê her kesî ye ku fikrên xwe bibêje û biweşîne. Ji bo ku ev heqê demokratîk were bikaranîn divê her kes zextê li ser hikûmeta Tirk bike.’’