Qedexe û hilweşîna li Şirnexê dewam dike
Tevî ku di ser daxuyaniya "operasyona qediya" re 7 meh derbas bûne, hê jî tax û kolanên Şirnexê tên xerakirin. Hêzên dewleta Tirk yek bi yek xaniyên Kurdan xera dikin.
Tevî ku di ser daxuyaniya "operasyona qediya" re 7 meh derbas bûne, hê jî tax û kolanên Şirnexê tên xerakirin. Hêzên dewleta Tirk yek bi yek xaniyên Kurdan xera dikin.
Li Şirnexê qexedeya derketina derve ku di 14'ê Adarê de dest pê kir û bajar hat xirakirin 7 meh in dewam dike. Ji ber êrîşên tank, top û obusan malên zirar nedîtine nemane. Di 3'ê Hezîranê de tevî daxuyaniya "operasyon qediya" jî bi mehan e li taxan be navber mal tên xerakirin.
Li taxên Dîcle, Cûmhûriyet, Bahçelîevler û Îsmetpaşayê 11 makîneyên kar avahiyan hildiweşînin. Li Yenîmahalle ya ku hilweşandin zêde ye mal û kargehên ku nehatine xerakirin wekî ku nemane. Li vê taxê 5 makîneyên kar malan xera dikin.
Welatiyê ku li hemberî hilweşandinê nobedê digirin banga 'vegerê' li Şirnexiyên ku ji ber êrîşan mecbûr man koç bikin, kirin. Welatiyan gotin: "Em ê destûrê nedin malên xwe yên bi salan bi keda xwe çêkir bên hilweşandin. Bila welatiyên me yên ku koç kirine vegerin bajêr û li dijî xerakirinê bisekinin. Em ê malên xwe yên ku hatine hilweşandin bi xwe çêbikin."