Yek ji kesên ku hate qetilkirin biraziyê Pervîn Bûldan Serhat Bûldan ê 16 sali ye

Li Geverê yek ji navê kesên ku polîsan qetilkirî Serhat Bûldan ê 16 salî ku xwendekarê refa 2. a Amadeyiye, derket holê ku biraziyê Parlementera HDP’ê ya Stembolê Pervîn Bûldan e.

Îro li Geverê polîsan ji wesayîta zirxî gule li ser gel reşand û di encamê de 4 welatiyên sivîl hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bû, der ket holê ku yek ji kesên ku jiyana xwe ji dest dayî bi navê Serhat Buldan ê 16 salî ku xwendekarê refa 2 a Amedeyî û biraziyê Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan e.

Parlementer Pervîn Bûldan îro li ser hesabê xwe yê twwîter ê wiha gotibû: “Îro li Geverê qetlîamek hate kirin. Polîsan bi ser 2 malbatên ku şer dikirin gule reşand. Xwestine Roboskiya 2. pêk bînin. 4 kesan jiyan xwe ji dest dan. Di nava kesên ku hatine qetilkirin de jî biraziyê min Serhat Bûldan jî heye.”

Dîsa di nava kesên ku hatine qetilkirin de jî Nejdet Îşozû wêneyê wî ji aliyê hevalên wî ve li ser torên civakî hatin parvekirin.