HPG: Di şer de herî kêm 32 leşker hatin kuştin

Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku di şerê li Agirî, Wan û Colemrêgê de qewimî de herî kêm 32 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla û şer ev agahî dan.

LI ÇELÊ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“7’ê Cotmehê saet 11.00’an hêzên me bi ser Girê Şehîd Colemerg ê Çelê yê Colemergê de êrîşek pêk aniye. Ji mesafeya nêzîk ve 7 leşker hatine kuştin. Hêzên me bi hemwextî bi ser leşkerên li girê Havanê çalakiyek siûqastê pêk anîne û 1 leşker hatiye kuştin.

7’ê Cotmehê saet 21.00’an, heta îro berê sibehê hêzên me li girê Koordîne, Qela Petrot û Qela Bêdê bi artêşa Tirk re ketiye şerekî giran. Şer hê jî berdewam dike. Têkildarî şer ku agahiyên berfirehtir hatin em ê bi gel re par ve bikin.

7’ê Cotmehê saet 10.00’an balafirên şer li qadên Qela Petrot û Qela Mêrganiş xistin.

LI ELBAKÊ ÇALAKIYÊN BI BANDOR

7’ê Cotmehê saet 13.30’an dest li ser wesayita Erdal Gungor hatiye danîn ku malzeme dibirin qereqola gundê Xanesorê yê girêdayî Elbak a Wanê. Ev kes careke din hatiye hişyarkirin û serbest hatiye berdan.

5’ê Cotmehê li gundên Karbilya, Inganî, Aşkîta, Karxpûla ya Başkaleyê artêşa TC’ê operasyon daye destpêkirin. Hêzên me êrîş birine ser milê operasyonê yê li derdora gundê Karabilya, 2 çeperên ku derbên serkeftî xwarin bi temamî hatine tunekirin, 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Milê operasyonê yê Aşkîta jî saet 11.00’an ketiye jêr kontrola me û heta saet 16.00’an şer berdewam kiriye. Di vî şerî de 5 leşker hatine kuştin. Artêşa TC’ê kuştî û birîndarên xwe bi wesayitên zirxî rakirine Elbak. Di vî şerî de gerîlayekî me bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye. Operasyona 8’ê Cotmehê (îro) saet 07.00’an bi dawî bûye.

Ev çalakiyên ku hatine kirin ji bo bîranîna hevreyên me bûn ku li Faraşînê şehîd bûn.

LI PEYÎZAVA LEKEREK HATE KUŞTIN

6’ê Cotmehê bi ser leşkerên ku tevlî operasyona Faraşînê bûne, dema ku ji Wanê diçûna Payizava çalakiyek hatiye lidarxistin. Ji hêla hêzên me yên YJA Starê ve li mintiqeya Qesrikê-Dimê bi ser leşkerên ku bi panzêrê de tevdigeriyan çalakiyeke sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de panzêrê derb xwar, 1 leşker hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

LI AGIRIYÊ 13 LEŞKER HATIN KUTŞIN

6’ê Cotmehê saet 14.30’an li qada Kirê Tutekê ya Tendûrekê ya Agiriyê dema ku yekîneyeke me ya gerîla bi ser peywira xwe de diçû ew û leşker li hev rast hatine û ji mesafeya nêzîk ve şerekî rû daye. Yekîneyeke me ya din ya gerîla jî mudaxeleyî vî şerî kiriye, derbên serkeftî li artêşa Tirk xistine û di encamê de 8 leşker hatine kuştin.

Yekîneya leşkerî ya ku ji 20 kesan pêk hatî xwest ku mudaxeleyî bike lê gerîlayên me ew kirine jêr kontrola xwe û ji nêzîk ve li wan xistine. Di vê komê de bi awayekî zelalî 5 leşker mirin û gelek leşler birîndar bûne. Kobrayek bi mebesta ku mudaxele bike tevgeriyaye lê vê jî derb xwariye û agir pê ketiye. Berêvarkî 2 helîkoptêrên Atak mudaxeleyî qadê kir û li bejahiyê reşand. Di encamê de li zeviyan şewat derket.

Di vî şerê giran de hevrêyên me Şerzan û Argeş şerê berxwedana mezin kirin û şehîd bûn. Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên ku şehîd bûne piştre wê were parvekirin.

LI WÊRANŞARÊ 2 JOH HATIN KUŞTIN

4’ê Cotmehê saet 22.00’an tîme me yê gerîla bi ser qereqola Karkozî ya Wêranşarê de girtiye. Dema ku wesayita zirxî ya bi tîpa Kobra û leşkerên li dora wesayitê rê kontrol dikirin, ji nêzîk ve nîşan hatiye girtin û di encamê de 2 endamên JOH’ê hatine kuştin. Operasyonên piştî çalakiyê hê jî berdewam dikin.”