NÛ BÛ

Guven: Polîsan li Geverê gel dan ber guleyan, 4 kes qetil kirin

Li sûka Geverê polîsên Tirk gule li esnafan reşandin û 4 kes qetil kirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven ji ANF’ê re ragihand ku 6 esnaf li sûkê kom bûn û wiha dewam kir; “Waliyê Colemêrgê qebûl kir ku polîsên tikr bi wesayîta zirxî gule li gel barandiye. Tevahî bi derbên kuştinê hatin gulebarandin. Gule li serê wan ketine. Şahidên bûyerê jî wisa vedibêjin. Walî, ji Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak re got ku ‘polîs hatiye binçavkirin.’ Li gor Walî polîs binçavkirî ye. Li vir polîsan bi zanebûn û daxwaz mirov kuştin.”

Di gulebaranê de 4 welatiyên bi navê Aydin Turmen, Serhat Bûldan, Rahmî Sefali û Nejdet Îşyozu jiyana xwe ji dest dan, Şemsettîn Çakmakçi û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûn.

ŞAHIDÊN BÛYERÊ VEGOTIN

Guven diyar kir ku dema li rêxistina navçeyê bûn li ser dengê çekan derketiye derve û wiha dirêjî dayê; “Şahidên bûyerê gotin ku wesayîta zirxî gel daye ber guleyan. Her wiha gotin ku ti nîqaş an jî şer neqewimîbû.”

Piştî bûyerê polîs ti kesî nêzî cihê bûyerê nake, her wiha tevî Nûçegihanê DHA Yaşar Kaplan ku ji bo şopandina nûçeyê hatibû, gelek kes binçav kirin.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê ku mirî û birîndar birinê, tevdîrên ewlehiyê  hatine girtin.