BI DÎMEN

Heyeta Îtalyayê çû serdana Qendîlê

Heyeta Îtalyayê çû herema Qendîlê ya li Qadên Parastina Medyayê û hevdîtin kirin.

Heyet destpêkê çû serdana Şaredariya Qendîlê û pişt re çû Gorsitana Şehîd Mehmet Karasungur û gundê Zergelê yê ku ji aliyê balafirên şer yên Tirk 15 Tebaxê 2015’an hatibû bombebarankirin. 

Heyetê serdana xwe ya yekemîn li gel Şaredariya Qendîlê kir. Hevşaredaran heyet pêşwazî kirin. Heyetê di derbarê civaka Qendîlê de agahî girtin. Heyeta Îtalyayê, her wiha derbarê gundên ku ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve tên bombebarankirin jî agahî girtin. 

Pişt re heyet çû serdana Gorsitana Şehîd Mehmet Karasungur. Heyeta ku goristanê de serdana xwe qedand, li mûzeya goristanê jî geriya. 

Heyeta Îtalyayê piştre ji bo lêkolîna derbasê gundê Zergelê bû. Heyeta ku çû cihê kesên ji ber êrîşa balefirên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan û li vir derbarê bombekirinê agahiyên berfireh girtin. Herî dawî heyet li muzeya li ser navê şehîdên Zergelê vebûye jî geriya. 

Heyeta Îtalyayê ji ber astengkirina PDK’ê nikaribû derbasê Rojava bibe.

...