'Dilsoziya bi nirxên şoreşa Rojava re, bersiva li komployê ye'

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEVDEM'ê Omer Alûş, salên destpêkê yên hatina Ocalan a Rojavayê Kurdistanê û komploya navneteweyî nirxand.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEVDEM'ê Omer Alûş, salên destpêkê yên hatina Ocalan a Rojavayê Kurdistanê û komploya navneteweyî nirxand.

We tevgera Apoyî çawa nas kirin?

Di Hezîrana sala 1976'an de ez çûm cem xizmên xwe yên li Pirsûsê. Çûm cem pismamê xwe Ethem (Mehmet Saîd). Di dema sohbetê de hevalê Ethem got, 'xebateke me ya siyasî heye'. Got partiyeke wan heye û navê wê jî PKK ye. Got, Serokekî me yê ciwan heye, em jê re dibêjin Apo. Ji min pirsî; 'Eger tevgera me li nava Kurdên li Sûriyeyê bixebite, tu yê destekê bide?' Min jî bêteredût jê re got, 'erê'. Piştî mehekê ji bo dîtina Serok, ez çûm Enqereyê. Lê dema çûm rewş gelekî tevlîhev bû û berî wî bibînim vegeriyam. Di meha Tebaxê de hevalê Ethem hat Kobanê cem me. Bi mezinê min Enwer re axivî. Enwer wê demê ji min bêhtir bi şoreşgerî û siyasetê re mijûl bû. Hevalê Ethem got, 'em dixwazin bi we re têkiliyê deynin'. Enwer bêteredût got, ew ê bi wan re bin û hevalê Ethem li cihê xwe vegeriya. Di dawiya meha Mijdarê de Ethem bi hevalekî, li rojhilatê Kobanê di gundekî re derbasî vî alî bû û hat mala me. Ez wê çaxê ne li malê bûm. Li Şamê diçûm zanîngehê. Rêbertî bi qasî du mehan li mala me ma. Di vê demê de her roj dixwend û bi hevalên li gel xwe re diyalog dikir. Piştî van du mehan Rêbertî derbasî gundê El Pelurê bû. Piştî vê pêvajoya Kobanê derbasî Helebê bûn û hem li wir xaniyek kirê kirin, hem jî li mala xwişka min man.

Di dawiya meha destpêkê ya sala 1980'î de hevalê Ethem tevî du kesan hat. Yek ji wan bi navê Elî da naskirin. Negot ku ew kes Serok Ocalan e. Ji xwe piştre kekê min Enwer jî telefon kir û pirsa 'Ew mirovê hêja gihîşt cem te?' pirsî. Piştî ku mehekê li mala me ma, li taxa Yermûkê malek kirê kirin. Bi vî rengî xebatên şoreşê yên Rêbertî li Rojhilata Navîn, li ser bingeheke zexm hat rûniştandin. Dema ez çûm bi zilamekî Yaser Arafat re baxivim, ez hingî hîn bûm ku Rêbertî Abdullah Ocalan e. Min ê tercûmanî bikira. Rêbertî ji min xwest jê re bêjim 'navê min Abdullah Ocalan e'. Dema dît ez matmayî mam e, keniya û ji min re got, ku ev yek ji bo ewlekariyê bû.

Ev mirovên ji Bakurê Kurdistane hatin, ku xerîbê vê derê bûn, çawa bi ser xistin. Çawa karîbûn hem li vir li ser piyan bimînin, hem jî xwe mezin bikin?

Rêbertî û hemû mirovên pê re bal dikişandin. Bi sekna xwe, bi şêweyê axaftinê, mirovên gelekî cuda bûn. Ew nedişibiyan şoreşgerên din ên me ew nas dikirin. Aliyê wan ê herî balkêş e bû, kes ji bo xwe nedidan xebitandin. Hemû karên xwe bi xwe dikirin. Û mirovên gelekî bi hurmet bûn. Diçûn cem kê, kîjan malê, kîjan gundî, bala her kesî dikişand. Yên ew didîtin dibûn heyranê wan.

Taybetmendiya gotin û pratîkê ya Rêbertî û şoreşgerên pê re, axaftin û xebata ji bo gel bû. Ji ber vê yekê timî di nava gel de bûn. Digotin, 'Nabe ku mirov bêjin em ê gel rizgar bikin lê li derveyî gel bimînin'. Di nava salekê de piraniya gelê Kobanê bi vî Rêbertî û tevgerê re hat girêdan. Gel ji wan bawer kir ku wê şoreşê bikin, ji bo gel şer bikin. Hem gelê Kurd ji wan bawer kir, hem jî şoreşgerên li Rojhilata navîn. Rêbertî çepera li Rojhilata Navîn zexm kir û dest bi mezinkirina şoreşê kir. Li Bakurê Kurdistanê, tevî dîktatoriya leşkerî jî gel parast û têkoşîn mezin kir. Li Rojhilata Navîn jî ket dilê gelan û bi rêxistinên şoreşger re dest bi têkoşînê kir. Gelê Rojava bi giranî bû dilsozê PKK'ê û bi destê xwe zarokên xwe radestî partiyê kir.

Çima xwestin Rêberê Gelê Kurd û tevgera wî bi komployekê ji hev belav bikin. Ev yek tenê gefa dewleta Tirk bû yan jî hin hêzên din di nav de hebûn?

Di nava gel de pêşketinên bi vî rengî yên erênî hebû. Di heman demê de bala dewletên cîhanê jî dikişand. Rojnamevan ji bo pê re hevpeyvînê bikin, ketin rêzê. Ya rast komplo di vê demê de dest pê kir. 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê encam e. Tirkiyeyê, dewletên cîhanê û dewletên Rojhilata Navîn di vê demê de dest bi girtina tedbîran û hewldanên têkbirinê kirin.

Pê hesiyan ku ev tevger ne tenê li dijî dewleta Tirk têdikoşe. Herî zêde ji fikir û ramanên vê tevgerê tirsiyan. Dewletên cîhanê ji belavbûna sîstema Sowyetê kêfxweş bûn, lê dema li şûna wê tevgereke din a xwedî nêrîneke cuda dîtin, bi xeteriyê hesiyan. Dîtin ku ev nêrîn hê bêhtir ji wan re xetere ye. Li ser vê yekê Serokdewletê Misrê Husnu Mubarek şandin cem Hafiz Esad. Gotin, 'Tu yê jê re bêje; du rê li pêşiya we hene. Ya tu yê Rêbertî ji Sûriyeyê derxîne, yan jî tu yê şerekî li dijî xwe qebûl bike'. Li ser vê yekê Rêberî ji bo zerar li gelan nebe, di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket. Bi vê komployê re ne tenê Rêbertî ji Sûriyeyê derxistin, di heman demê de dor li hemû herêmên gengaz ên Rêbertî biçin wan cihan, girtin. Ya gef li van welatan xwarin, yan jî bi pereyan dîl girtin.

Bi dîtina we komplo bi ser ket?

Di encama vê komployê de Rêbertî di 15'ê Sibata 1999'an de dîl hat girtin. Lê belê komplo ti carî mîna dilê komplokeran bi ser neket. Rêbertî dîl hat girtin, lê belê gelekî rêxistinbûyî û artêşeke gerîla ya mezin li dû xwe hişt. Gelê rêxistinbûyî û zarokên vî gelî her tim li cem Rêbertî cih girtin. Ji bo komplo bi ser nekeve, ji her temenî mirovan bedena xwe dan ber agir. Gerîla şer dewam kir. Mînak; niha li ser Rojava komplo tên meşandin, lê piştî her komployê gelê Kurd bi ser dikeve. Sedema vê yekê jî hêza raman û rêxistinî ya Rêbertî ye. Komplo bi ser neket, ji ber ku niha li Rojava biratiya gelan; biratiya Kurd, Ereb, Tirkmen û gelên din heye. Eger bi ser ketibûya, wê ev biratî û têkoşîn pêk nehatibûya. Halbûkî, biratiya heyî ya li Bakurê Sûriyeyê bersiva li komployan e. Ez bawerim ev nêrîn û biratî wê li parçeyên din jî bi ser bikeve. Ji ber ku jiyana li derveyî jiyana bi hev re, mirin û dijminatî ye.