Li Kerkûkê piştgiriya ji bo medya azad
Rojnamevanên Kerkûkî Silêman û Salayî û Parlamenterê YNK'ê Asayîş êrîşên AKP'ê yên li dijî medyaya azad û mûxalîf şermezar kirin û xwestin, li dijî Tirkiyeyê helwest bê nîşandan.
Rojnamevanên Kerkûkî Silêman û Salayî û Parlamenterê YNK'ê Asayîş êrîşên AKP'ê yên li dijî medyaya azad û mûxalîf şermezar kirin û xwestin, li dijî Tirkiyeyê helwest bê nîşandan.
Endamên Sendîkaya Rojnamevanên Kerkûkê Bûrhan Hecî Silêman û Sileheddîn Salayî û Parlamenterê YNK'ê Rebûar Asayîş, girtina qenalên televîzyonê û radyoyê yên Kurd û mûxalîf, ji ANF'ê re nirxandin.
SILÊMAN: DIVÊ EM LI QADA NAVNETEWEYÎ TEŞHÎR BIKIN
Nivîskarê rojnameya Haval Bûrhan Hecî Silêman got, "Ya ku niha li Tirkiyeyê tê kirin, berê jî dihat kirin. Li pêşberî girtina televîzyon û radyoyan divê mirov matmayî nemînin. Rejîma AKP'ê her polîtîkaya xwe ji bo tepisandina hêzên azadî û demokrasiyê dimeşîne. Niha li Tirkiyeyê nîşaneya xeteriyê heye. Ev xeterî vî welatî ber bi dîktatoriyê ve dibe. Ev dîktatorî cih nade reng û gelên cuda. Bi navê demokrasiyê wê tiştek nemîne. Weke rojnamevanên Kerkûkî em bang li çapemenî û rêxistinên çapemeniyê yên li tevahiya cîhanê dikin; Zextên li rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê tên kirin, dibe ku bi serê hinekî din jî were. Ti sîstem ne dûrî vê zemînê ye. Divê em destekê bidin van qenalan. Ev meseleyeke neteweyî ye. Divê polîtîkayên AKP'ê li qada navneteweyî werin teşhîrkirin."
SALAYÎ: DIVÊ HIKÛMETA BAŞÛR JÎ NERAZÎBÛNÊ NÎŞAN BIDIN
Rojnamevan Sileheddîn Salayî got, "Ez polîtîkaya qirkirinê ya ku desthilatdariya AKP'ê li dijî Kurdan dimeşîne şermezar dikim" û ev nirxandin kir: "Ev siyaseta desthilatdariya faşîst a Tirk, ne tenê li dijî çapemeniyê ye, li dijî hemû Kurdan e. Lazim e hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî nerazîbûnê nîşan bide. Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê li dijî vê siyaseta Tirkiyeyê derkeve. Lê belê ev 24 sal in hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ber Tirkiyeyê qet ranebûye. Weke rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê, em destekê didin qenalên li Bakurê Kurdistanê hatine girtin."
ASAYÎŞ: ARAMÎ NAMÎNE
Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Rebûar Asayîş jî got, "Em van zextan şermezar dikin. Ji ber ku dibînin Kurd bi xurtî tevlî şerê li dijî DAIŞ'ê dibin, vê dikin. Cîhan tev bi vê zane. Êrîşa li dijî Kurdan ji holê rakirina aramiyê ye. Di vir de wê demokrasî winda bike."