Şervanê YPG’ê Heme hate veşartin

Şervanê YPG’ê Beşar Mele Hemed (Memo Eziziye) ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin.

Gel, cenazeyê şervanê YPG’ê Memo Eziziye ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirt û bi konvoyekê anîn şehîdgeha gundê Dawidiyê ya girêdayî Hesekê. Girse ya ku li rêya goristanê ji wesayîtan daketin, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” cenaze hilgirtin û heta goristanê meşiyan. Merasîm li vir bi bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Bengîn Badinî axivî, got wê heta dawiyê bibe şopdarê têkoşîna şehîdan.

Endamê Buroya Rêxistinkirinê û Têkîliyê ya YPG’ê Şervan Çaçan jî wiha axivî; “Em ê wek her tim bibin şopdarên fedaiyan.”

Li ser navê TEV-DEM’ê Farûk Tozo jî axivî, ji bo malbatên Memo û tevahî berxwedêrên azadiyê sersaxiyê xwest.

Piştre jî nasnameya şervanê YPG’ê Memo Eziziye hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şervanê YPG’ê Memo Eziziye bi dirûşmeyan hate veşartin.