Komploya 9'ê Cotmehê li Wanê hat şermezarkirin

Di salvegera 18. a komploya navneteweyî de li Wanê daxuyaniyek hat dayîn û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirin komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li Wanê daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokên DBP'ê yên Wanê Sevînç Şeker, Mûrat Sarisaç, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Gulîstan Orhan, Yakûp Ataş, Alîkarê Hevserokên HDP'ê Nadîr Yildirim, parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, endamên Meclîsên Partiyê yên HDP-DBP'ê, aktîvîstên KJA, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û endamên meclîsa dayikên aştiyê li cihê daxuyaniyê amade bûn. Li qada daxuyaniyê pankarta bi nivîsa "Em lenetê li komploya 9'ê Cotmehê tînin" hat vekirin.

Alîkarê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Ahmet Aygun daxuyanî xwend û lenet li komkujiya duh a li Geverê û komkujiya par a li Enqereyê anî. Aygun bal kişand ser komploya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û got, "Bi vê komployê xwestin gelên li Tirkiyeyê berdin hev. Birêz Ocalan ev yek dît û tevî ku di nava tecrîdê de bû, helwesteke aştiyane nîşan da. Bi vî awayî hem komplo pûç kir, hem jî gelên li Rojhilata Navîn ji felaketê rizgar kir."

Di daxuyaniyê de işaret bi manîfestoya aştiyê ya sala 2013'an hat kirin û hat bibîrxistin, piştî gotinên 'mase nîne, mutabaqata nîne' ya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, pêvajo ji holê hatiye rakirin û şerekî giran û tarî li ser gelan hatiye ferzkirin. Aygun diyar kir, ji 24'ê Tîrmeha 2015'an dema destpêkirina vî şerî û vir ve bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane, bajar hatine xerakirin, bi sed hezaran mirov neçarî koçberiyê hatine hiştin.

Aygun got, "Yekane şexsê karibe aştiyê pêk bîne, ku pêwîstiya hemû gelan e, Birêz Abdullah Ocalan e. Yê ku aştiyê ji me re bîne Birêz Ocalan e, lê ji 5'ê Nîsana 2015'an ûı vir ve Heyeta Îmraliyê û parêzer nikarin wî bibînin."

Aygun got, "Me careke din dît ku ti niyeta aştiyê ya hikûmetê nîne. Bi rengekî vekirî şer li ser gelên me tê ferzkirin. Afirînerê aştiyê Birêz Ocalan hê jî di nava tecrîdeke giran de ye. Nepêkan e ku em van hemûyan qebûl bikin. Em ê li dijî vê rewşê heta dawiyê li ber xwe bidin. Di sala 18'an a komploya 9'ê Cotmehê de em careke din li pêşberî dîrokê vê komployê mehkûm û lenet dikin."

Piştre Alîkarê Hevserokên HDP'ê Nadîr Yildirim axivî û anî ziman, hêzên emperyalîst di 9'ê Cotmeha 1998'an de krîza li Rojhilata Navîn dane destpêkirin. Yildirim da xuyakirin, ku bi derxistina Ocalan ji Sûriyeyê, komployê dest pê kiriye û armanc derxistina şerê navbera gelan bû. Yildirim got, "Lê belê Birêz Ocalan bi sebra xwe pêşî li şerê navxweyî girtiye. Ev komplo îro jî dewam dike. Yên ku dixwazin şer di navbera gelan de derxînin, êrîşî Birêz Ocalan dikin. Roj ew roj e ku em li dora Îmraliyê li hev bicivin."