Erzîncan: Komplo beralîkirina ruhê azadî û demokrasiyê ye
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Armanca bingehîn a komploya navneteweyî, beralîkirina ruhê azadî û demokrasiyê ye, ku bi pêşengiya Rêberê me afirî.
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Armanca bingehîn a komploya navneteweyî, beralîkirina ruhê azadî û demokrasiyê ye, ku bi pêşengiya Rêberê me afirî.
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Armanca bingehîn a komploya navneteweyî, beralîkirina ruhê azadî û demokrasiyê ye, ku bi pêşengiya Rêberê me afirî. Erzîcan armanca komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî û rê û rêbazên xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.
Erzîncan got, "Weke şervaneke azadiyê, ez komploya navneteweyî di salvegera 18. de bi tundî şermezar dikim. Hemû hevrêyên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Bersiva herî mezin a li vê komployê û ji bo bîranîna şehîdên me, mezinkirin û bi ser xistina têkoşîna azadiya jinê ye."
Erzîncan da xuyakirin, ku komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmehê de dest pê kir û rê li ber dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir, ji bo gelê Kurd weke destpêka Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê qebûlkirin û diyar kir, ku armancên hêzên kapîtalîst modernîst ên di nava vê komployê de cih girtin, êdî zelaltir tên fêhmkirin.
Erzîncan işaret bi kaos û krîza li Rojhilata Navîn kir û got, "Pirsgirêka Kurd îro bûye girêka kor a Rojhilata Navîn. Statu, nasname û zimanê gelê Kurd hê li herêmê nayê qebûlkirin. Sedema vê yekê jî ew e; di şexsê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de daxwazên ekolojîk, demokratîk û azadiyê yên gerdûnî tên bilêvkirin. Di nava paradîgmaya azadiyê ya Rêberê me Abdullah Ocalan de tevî daxwazên xwecihî, yên gerdûnî jî hene. Ev yek hêzên hegemonîk dixe nava tirs û fikaran. Lewma bi komploya navneteweyî re xwestin pêşî li raman, jiyan û sîstemeke alterantîf a gelan, jinan û bindestan bigirin."
'ARMANC BERALÎKIRINA RUHÊ AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YE'
Besê Erzîncan diyar kir, têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Ocalan tê meşandin, xwedî vê potansiyel û çavkaniyên têkoşînê bû û di roja îro de jî ev rewş bêhtir derketiye holê.
Di dewama axaftina xwe de Erzîncan got, "Rêberê me di şexsê xwe de sekneke jiyanê ya ku sîstma serdestiya mêr a ji pênc hezar salan ji hev dixîne û sîstematîka vê ya têkiliyan afirand û civakî kir. Armanca bingehîn a komploya navneteweyî, beralîkirina vî ruhê demokrasî û azadiyê ye, ku bi pêşengiya Rêberê me afirî."
'KARÊ AZADIYA JINÊ KARÊ SEREKE YÊ RÊBERÊ ME YE'
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan da xuyakirin, ku pirsgirêka jinê pirsgirêka sereke ya mirovahiyê ye û got, "Mejiyê sîstema serdestiya mêr, li ser kolekirina jinê û bikaranîna jinê weke meta hatiye afirandin. Li dijî vê yekê, karê azadiay jinê jî karê sereke yê Rêberê me ye."
Erzîncan diyar kir, sîstema kapîtalîst modernîst, asta herî bilind a sîstema serdestiya mêr e û destnîşan kir, ku zîhniyeta kapîtalîst modernîst û sîstema wê, dijminê jinê ye. Erzîncan got: "Yek ji mijarên bingehîn ku bû hedefa komploya navneteweyî, asta serketî ya karê azadiya jinê ye."
'XWEDÎDERKETINA LI RÊBERTÎ, BI FÊHMKIRINA RÊBERTÎ DEST PÊ DIKE'
Erzîncan bal kişand ser girîngiya fêhmkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman, ku divê beriya her tiştî rast û bi têrkerî were fêhmkirin. Erzîncan wiha dewam kir: "Rêberê me digot, 'Eger hûn min rast fêhm bikin, hîs bikin û bixin meriyetê, hûn ê her tim bi min re bin'. Jiyana bi Rêbertî re, nayê wê wateyê ku yekser wî bibîne, ji aliyê madî ve wî bijî. Jiyana bi Rêbertî re, xwedîderketina wî, fêhmkirin û bicihanîna nêrînên wî ye."
Erzîncan destnîşan kir ku fêhmkirn û xwedîderketina li Ocalan, bi avakirina neteweya demokratîk dibe û got, "Xwedîderketina li Rêbertî, azadiya rêbertî, azadiya gelên me, jin û baweriyan, hemû di zikhev de ne. Ev jî bi berxwedanê dibe. Berxwedan nebe mirov tiştek nabe."
Erzîncan bang li gelê Kurd ê li Kurdistanê, Ewropa û dostan û mirovên pêşverû kir, ku ji bo azadiay Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên girseyî li dar bixin.