li Geverê Dengê çekan bilind bû: Kuştî û birîndar hene

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dengê çekan bilind bû. Hat diyarkirin ku birîndar û kuştî jî hene.

Li kolana Amedê ya Gevera Colemêrgê di nava rojê de dengê çekan bilind bû. Hat ragihandin ku piştî dengê çekan bilind bû, gelek wesayîtên zirxî çûn cihê bûyerê. Hat diyarkirin ku di bûyerê de birîndar û kuştî jî hene. Piştî dengê çekan bilind bû, gelek ambûlans çûn cihê bûyerê. Li aliyê din polîsan kolan dorpêç kirin. 

Polîsan Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê jî dorpêç kirin û kesekî li ber nexweşxaneyê binçav kirin.