Yek ji polîsên Tirk ên li Geverê gule berdan gel, hat girtin

Di lêpirsîna li ser komkujiya Geverê de, ku ji ber gulereşandina polîsên dewleta Tirk 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, polîsek hat girtin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê duh di encama gulebarana ji wesayîta zirxî ya polîsên Tirk de yek jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 2 kes jî birîndar bûbûn. Polîsê ku têkîldarî bûyerê hatibû binçavkirin hat girtin. 

Duh piştî komkujiyê polîsê bi navê Î.M. hate binçavkirin û ew derxistin pêşberî dadgehê. Vî polîsî îdîa kir ku çeka wî ji ber xwe teqiya ye û gule li derdorê reşandiye. Dadgehê biryara girtina Î.M. da.  Têkîldarî komkujiyê ti kesên din nehatine binçavkirin.