4 kesên ku duh bi guleya ji wesayitên zirxî hatî, jiyana xwe ji dest dabûn îro bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes tevlî bûn, hatin veşartin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê malbatan cenazeyên Aydin Tumen, Serhat Bûldan û Nejdet Îzyozu li Goristana Bajêrgeh’ê ya li taxa Esentepeyê û cenazeyê Rahmî Sefalî jî li gundê Şahê ku 25 kîlomtere dûrî bajêr bû hate veşartin. Berê sibehê bi hezarên nasên kesên ku hatibûn kuştin, demeke dirêj piştî lorîkan ji bo ku cenaze werin veşartin hatin birêkirin.
Bi konvoyeke ku ji sedan wesayîtan pêk dihat cenazeyên Tumen, Bûldan û Îşyozû anîn goristanê û li devê goristanê darbesta cenazeyan li ser milan hate hilgirtin. Di merasîmê de gelek wekîlên HDP’ê, Hevserokên KCD’ê, rêveberên HDP’ê, DBP’ê û dayikên aştiyê jî hazir bûn. Di dema merasîmê de gelek kuçe bi wesayitên zirxî hatin girtin. Hatûçûna Drone jî hebû.
Di merasîma cenaze de jinan xwe reş girêdan û nasên kesên ku hatibûn qetilkirin nedikarîn hêstirê xwe çavê bigirin. Piştî nimêjê 3 kesên ku jiyana xwe ji dest dayin li rex hev hatin veşartin. Piştre ji bo bîranîna kesên ku jiyana xwe di têkoşîna azadî û demokrasiyê de ji dest dana sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin û deqeyeke ketin rewşa rêzgirtinê. Gelek caran dirûşmên wekî "şehîd namirin", "dewleta kujer wê hesab bipirse" hatin berzkirin.
HESAB WÊ JI AKP’Ê WERE PIRSÎN
Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak li merasîma cenaze axivî û got, li şûna ku ew werin ser daweta kesên ku hatine qetilkirin, hatine ser gora wan. Irak diyar kir, 4 mirovên bêguneh ji hêla hêzên tarî ve hatine kuştin û got, "Wê ji hikûmeta AKP’ê ku berpirsê bûyerê ye û ji kesên ku pê li wê tetîkê kirin hesab were pirsîn. Hemû kujerên li herêmê wêrekiya xwe ji AKP’ê digirin."
Piştre wekîla HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got, ji ber rewşa rû dayî ew pir bi hêrs in û got, "Dema ku wan di hizûra Xwedê de bersiv dane bila vê jî bibêjin: em carinan yeko yeko û carinan bi komî tên lê di emrê xwe yê biçûk de, pir zû tên. Bila behsa komkujiyên li Kurdistanê bikin. Belkî xwedê dersa van kujeran bide." Bûldan got, wê hesabê van komkujiyan were pirsîn û domand, "Li dijî van hemû zilman gelê Geverê bi salan e serê xwe natewîne û li ber xwe dide."
Wekîlê HDP’ê Zeydan jî di cenazê Sefalî de axivî. Zeydan behsa wan fermandaran kir ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Geverê de bajar kavil kirine û niha di 'lêpirsîna FETO' de hatine girtin û got, "Berpirsê van komkujiyan ew fermandar û qeymeqamê Geverê ye. Divê qeymeqam ji peywirê were kirin."
Herî dawî jî bavê Serhat Bûldan (16) Hasan Bûldan axivî û got, "Serhat zarok bû, mixabin dema ku li ber qehwexaneyê rûdinişt hate kuştin. Herî pir ev me hêrs dike. Serhat şehîdê hemû Kurdistanê ye."
Piştî cenaze girse çû konê sersaxiyê yê li taxa Yeniyê.