KCK'ê ji bo merasîma cenazeyên şehîdên Geverê banga tevlîbûnê kir

KCK'ê diyar kir, di komkujiya duh a Geverê de ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, hêzên dewleta Tirk vîna têkoşînê ya gelê Kurd hedef girtine û ji bo merasîma cenazeyên şehîdan banga tevlîbûneke xurt kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî komkujiya duh de ku hêzên dewleta Tirk li Geverê pêk anîn û 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê komkujiya duh weke dewama êrîşa li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya li Geverê bi nav kir û da zanîn, uk bi vê komkujiyê re hewl hatiye dayîn, vîna demokrat, şoreşger û welatparêz a gelê Geverê were şikandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Geverê bi dehan salan e di asteke mînakdar de tevlî têkoşînê dibe û êrîşên lê tên kirin çiqasî giran jî bin, ji vîn û israra azadiyê venagere. Lehengiya fermandar Îslam ku di berxwedana xwerêveberiyê de nîşan da, careke din rast pêş çavan bê vîna azadiyê ya li Geverê çiqasî bilind e. Êrîşa li dijî sivîlan, bêçaremayîna van hêza a li pêşberî daxwaz û vîna azadiyê nîşan dide. Dewleta Tirk Gever, Şirnex, Cizîr û Sûr xera kiriye; lê belê yê winda kiriye dewlet e, yê bi ser ketiye lehengiya gelê Kurd e. Dewleta Tirk bi tank û topan bajar xera kir û bi vî rengî eşkere kir ku ew li Kurdistanê mêtînger e. Êdî mêtîngeriya qirkirinê nema dikare li Kurdistanê bijî. Ev mêtîngeriya qirkirinê wê di dawiya dawî de ji vê xakê bê derxistin û jiyaneke azad û demokratîk wê li Kurdistanê şîn bibe.

TÊKOŞÎN WÊ HÊ BI XURTÎ BIDOME

Dewleta Tirk bi xerakirin û şewitandina bajarên Kurdan, mîna li Geverê bi kuştina sivîlan re vîn û hinceta têkoşînê ya gelê Kurd sed qat zêdetir û xurtir kiriye. Têkoşîna jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd wê ji niha û pê ve hê bi biryar û xurtî bidome, polîtîka û zîhniyeta ku Kurdistanê xera dike û dişewitîne, wê têk bibe. Ciwanên Cizîr, Amed, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex, Silopiya, Kerboran û Farqînê, ji bo derxistina vê sîstema mêtînger a qirkirinê ji ser vê axê, wê hê bêhtir li ber xwe bidin û têbikoşin. Ji bo tola vê yekê hilînin, bê hîn bêhtir tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibin. Dewleta mêtînger a qirkirinê baş bi hêrsa ku di nava civakê û ciwanan de afirandiye dizane, lewma êrîşên xwe bênavber didomîne, hewl dide pêşî li tevlîbûna ciwanan a li nava refên têkoşînê bigire û berxwedana gel asten bike.

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN ŞIKANDINA VÎNÊ, BERXWEDAN DIVÊ

Zext û êrîş, kuştina sivîlan ne tenê li Geverê, li tevahiya Kurdistanê dewam dikin. Zextên li Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Sûr û qadên din ên berxwedana xwerêveberiyê, ji bo pêşîgirtina li teqîna hêrsa gel û ciwanan e. Hewl dide gelê li vê derê timî tengav bike, zextê li wan bike, bajaran xera bike û bi vî awayî vîna azadiyê bişikîne. Girîng e tevahiya gelê Kurd vê rastiyê bibîne û li dijî vê êrîşa şikandina vînê, bi welatparêzî û hesreta azadiyê li ber xwe bide.

ÊRÎŞ Û KOMKUJÎ BI PLANA NAVENDÎ TÊN KIRIN

Ev êrîş xwecihî û lokal nînin. Mêtîngeriya qirkirinê, ku dibîne gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn xurt bûye, bi eciqandina vê hêza Kurdan re dixwaze pêşî li jiyaan demokratîk a azad a gelê Kurd a sedsala 21'an bigire. Biryara ku di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmeha 2014'an de hat astendin, ev e. Ji ber vê yekê Mutabaqata Dolmabahçeyê hat redkirin, tecrîdeke giran li ser Rêbertî hat ferzkirin, hilbijartinên 7'ê Hezîranê tine hatin hesibandin û di 24'ê Tîrmehê de êrîşeke topyekûn a tinekirinê hat destpêkirin. Bi vî rengî xwest, vîna Kurdan bişikîne, tevgera azadiyê ya Kurd tesfiye bike, mîna pêvajoya qirkirinê ya 24'ê Tîrmehê niha jî pêvajoyeke qirkirinê bide destpêkirin.

Lê belê hem gerîla hem jî gel li dijî van êrîşan li ber xwe dan, destûr nedan daxwaz û vîna azadiyê were şikandin; vîneke berxwedanê ya rastiya gel a ji bo azadiya xwe li ber xwe dide derxistin asteke nû. Eger hê jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn tevgereke azadiyê ya Kurd a ji bo azadiya xwe li ber xwe dide hebe, ev yek bi saya gel û gerîla ye, ku li çiyê û bajaran li dijî êrîşên qirkirinê li ber xwe didin. Di meşandina vê vîna berxwedanê de, em deyndarê berxwedêriya xwerêveberiyê û gelê Geverê ne.

JI BO MERASÎMA CENAZE, BANGA TEVLÎBÛNÊ

Ji bo ev asta berxwedanê ya nû, ku li hemû qadên berxwedanê derketiye holê civakî nebe, dewleta Tirk van êrîşan dike. Ji bo kes xwedî li berxwedêriya leheng a Geverê dernekeve, ji bo welatparêziya Geverê bi vê berxwedêriya leheng dernekeve asteke bilindtir, li Geverê sivîl hatine kuştin. Lê tirs pêşî li mirinê nagire. Daxwaz û vîna azadiyê, ku bi berxwedana xwerêveberiyê re li Kurdistanê geş bû, wê mêtîngeriya qirkirinê û kujerên wê bi hêrs û berxwedaneke mezintir ji vê axê bavêje û jiyaneke demokratîk û azad li Kurdistanê şîn bike.

Em soza xwe dubare dikin; li dijî van êrîşên dewleta Tirk em ê têkoşîna xwe bilind bikin, mêtîngeriya qirkirinê ji ser vê axê bavêjin û Tirkiyeyê demokratîk bikin û Kurdistana azad ava bikin. Em bang li gelê xwe yê Geverê û gelê xwe yê li bajar û navçeyên derdorê dikin, ku bi xurtî tevlî merasîma cenazeyan bibin û li dijî mêtîngeriya qirkirinê, vîna jiyana demokratîk û azad nîşan bidin.