Di salvegera komployê de divê têkoşîna li dijî AKP’ê were geşkirin
Konseya Rêveber a KCK’ê bang kir ku di salvegera 18’ê ya Komloya Cotmehê de hemû hêzên demokrasiyê û Kurd li dijî desthilatdariya hegemonîk a AKP’ê têkoşînê geş bikin.
Konseya Rêveber a KCK’ê bang kir ku di salvegera 18’ê ya Komloya Cotmehê de hemû hêzên demokrasiyê û Kurd li dijî desthilatdariya hegemonîk a AKP’ê têkoşînê geş bikin.
Di daxuyaniya Hevserokatiyê de hemû dewletên ku di komploya bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de cih girtin, hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: ‘’Ev dewlet û hêzên siyasî ji ber ku xizmet ji qirkirina Kurdan re kirine ne tenê li dijî Kurdan lê dijî mirovahiyê jî sûc kirine.’’
Bi berdewamî wiha hate ziman: ‘’Dewleta Tirk bi vê komploya navnetewî armanc kiriye ku Rêbertiyê bêbandor bike, Tevgera Azadiya Kurd beralî tasfiye bike û qirkirina Kurdan pêk bîne. DYA û hevkarê wê yên sûc jî, beriya ku mudaxeleyî li Rojhilata Navîn bikin, xwestine ku Rêber Apo û PKK’ê ku nûnerên sîstema azadî û demokrasiyê ya gelan in bêbandor bikin. Armancake dî ya ya komploya navnetewî ew bû ku Rêberiya Kurd û rêxistina wê tesfiye bikin û hêzên Kurd ên noker derxînin pêş û wan xurt bikin.
KOMPLOGER BI SER NEKETIN
Her çendî bi van armancan komploya navnetewî pêk bînin jî ti caran negihiştin armanca xwe. Gelê Kurd hê roja pêşî bi berxwedana xwe nîşan da ku komplo wê bi ser nekeve. Di dîrokê de hezkirin û piştevaniya gel a ku ji ti Rêbertiyê re nebûye nesîb Kurdan bi berxwedana xwe nîşan dane. Berxwedana ku bi dirûşma ‘’Hûn nikarin roja me tarî bikin’’ ji zindanan dest pê kirî, li hemû Kurdistanê û dinyayê berbelav bûyî komplo hatiye pûçkirin. Heke îro komplo îro bi ser neketibe em vê deyndarî şehîd û gelê xwe ne ku bi dirûşma ‘’Hûn nikarin roja met arî bikin’ li ber xwe dane. Em van lehengên berxwedanê careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Gelê ku gotî ‘’hûn nikarin roja me tarî bikin’ li derdora Rêber Apo barîkat danîn di dîroka me de ti caran wê neyê jibîrkirin, bi minet û hurmet werin bibîranîn.
ÇALAKGERÊN HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN ASTA BERXWEDANÊ BERZ KIRIN
Bi dehan şehîd û bi sedan birîndarên leheng ku gotin ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ asta berxwedanê ya gelê me berz kirine û biryardariya şoreşgerî hildane; bi vî awayî jî ji berxwedanên piştre bûye kana bestê, pîvan û garantiya serketinê. Berxwedanên ku ji destpêka komployê ve û ta niha didomin, li ser bingehê hîsên wan ên azadiyê û azweriya wan rabûye. Rêber Apo jî, Tevgera me jî, gelê me jî, di rêça van berxwederên leheng de berxwedana xwe berfirehtir kirine, berz kirine û têkoşîn heta bi îro anîne.
Rêber Apo ji bo pêgirîbûna bi berxwederên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û hemû şehîdan û berpirsyariya li hemberî gel, dema ku kete nav şertê hêsîriyê de ponijî bê ka ew ê çawa vê komployê pûç bike û têkoşînê hê bêhtir hîkar bike. Rêber Apo ku hemû roj û kêliyên wî bi ponijîn, lêkûrbûn û berxwedanê derbas bû, paşeroja têkoşîna me, ceribandinên ku hatine jiyîn bi berpirsyariyeke mezin analîz kir, ji tecrûbeyên xwe yên kûr niziland û gihaşte paradîgmayeke nû û perpektîva têkoşîneke nû.
Bi taybetî jî rapirsîna desthilatdarî û dewletê, bi hişmendiya nû ya azadî û demokrasiyê li ser hişmendî, îdeolojî, teorî, avaniya rêxistinê û xeta çalakiyê ya Tevgera Azadiyê bandoreke mezin kir, bi xwe re nûbûn anî û rê li ber serketin û geşedanê vekir. Di pêvajoyeke wiha de ku kpmlogeran digot, ‘’me têk birin, tesfiye kirin’ Rêber Apo bi lêhûrbûneke kûr, bi feraset û rênîşandêriya xwe, têkbirina Tevgera Azadiyê li hêlekê, anî rewşeke wiha ku têkoşîn bi bandortir were dayin û xeta têkneçûnê derxistiye holê.
KOMPLO GEŞEDANÊN DÎROKÎ BILEZTIR DIKIN
Îro hem komplo hatiye pûçkirin û hem jî PKK û Tevgera Azadiyê bi bêhtir dikare têkoşînê bide; ne tenê bûye hêviya gelê Kurd, ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bûye hêviya azadiyê. Rasteniya ku Rêber Apo bi pêşbiniya xwe ya mezin hê di parastina xwe ya pêşî de gotî, ‘’komloyên dîrokî rê li ber geşedanan nagirin, xurttir dikin’’ di têkoşîna Tevgera Azadiyê de hatiye çespandin.
Komloya ku di demeke wiha ku nedikarîn pêşî li xurtbûna PKK’ê bigirin û di arîfeya mudaxeleya Rojhilata Navîn de dest pê kirî, îro, di demeke wiha de ku li Rojhilata Navîn hevseng hildiweşin û hevsengên nû têne danîn û Tevgera Azadiya Kurd bûye hêzeke mezin ên ku dixwazin pêşî li vê bigirin dîsa dixwazin vê sazkar bikin. Dewleta Tirk a ku di qirkirina Kurdan de rikdar e bi hemû dijminên Kurdan re hewl dide ku komployeke dî ya navnetewî ferz bike. Polîtîkaya em dijminê xwe kêm bikin, dostên xwe zêde bikin, her kesî bikin dost lê tenê Kurdan bikin dijmin, hesabên wê ne ku dixwazin komployeke dî ya navnetewî bikin. Têkiliyên qirêj yên vê dema dawî û geşkirina dijminatiya Kurdan a AKP’ê nîşan dide ku bi pey armanceke wiha de ne.
POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ LI KURDAN FERZ DIKIN
Desthilatdariya AKP’ê bi polîtîka û têkiliyên xwe bi temamî li qirkirina Kurdan asê bûye. Ji bo vê armancê pêk bîne jî hin nokerên Kurd bi kar tîne. Li hundir bi dijminatiya Kurd û PKK’ê dixwaze hevkariyeke ava bike û vê pêk bîne û li derve jî xwe ferz dike û dixwaze gelek hêzan bide pişt xwe, bike parçeyek ji vê armanca xwe ya qirkirinê. Di salvegera 19. a Komploya Navnetewî de gelê Kurd bi qirkirine wiha re hevrû dibe. A ku li Kurdan tê ferzkirin bi temamî polîtîkaya qirkirinê ye.
Di salvegera 19. a Komploya Navnetewî de ya ku li Kurdan, dostên wan û hêzên demokrasiyê dikeve ew e ku li dijî karekterê faşîst û qirker ê desthilatdariya AKP’ê, hevkariya demokrasiyê xurt bike û têkoşînê geş bike. Heke Kurd û hêzên demorasiyê hevkariyê nekin, xwe bi rêk û pêk nekin û têkoşînê geş nekin, di şexsê desthilatdariya faşîst a AKP’ê de sîstema dewleteke faşîst hegemonîk wê were avakirin, wê hêzên demokrasiyê bi temamî werin çewisandin û li ser Kurdan qirkirinê pêk bînin. Niha di şexsê desthilatdariya AKP’ê de karekterê rasteqînî yê dewleta AKP’ê û armanca vê ev e. Hemû nêzîkatiyên ku vê nabîni di xewa giran de ne û ev xwekujiyek e. Ji bo vê jî di serî de hêzên demokrasiyê û hemû Kurd divê vê rastiyê bibînin û li dijî desthilatdariya AKP’ê ya faşîst û hegemonîk bi hev re têkoşînê geş bikin.’’