KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Rojava ji bo 3 rojan şîn hat ragihandin
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, ji ber komkujiya li Hesekê li gelemperiya Rojava ji bo 3 rojan şîn îlan kir. -
Fermandarê Pêşmergeyan: Ti hêz naxwaze Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe
Fermandarê Pêşmergeyên li Kerkûkê Resûl destnîşan kir, ku ti hêz naxwaze Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe. -
'Di êrîşa Hesekê de destê Tirkiye û Sûriyeyê heye'
Koordînasyona Kongreya Star û Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê dan xuyakirin, ku di êrîşa xwekujî ya Hesekê de destê ajanên Tirkiye û Sûriyeyê heye. -
DBP: Armanca komkujiya li Hesekê destketiyên Kurdan e
DBP'ê komkujiya li Hesekê ku li daweteke pêk hate şermezar kir û diyar kir, armanca vê êrîşê ew e ku têkoşîna demokrasiyê û azadiyê ya bi pêşengtiya Kurdan li Rojhilata Navîn pêk tê biçewisînin. -
Berekat: Dewleta Tirk çiqasî êrîşî Kurdan bike, wê hîn bêhtir li hundir û derve têk biçe
Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Berekat nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê da û got, "Dijminatiya li Kurdan wê dewleta Tirk li hundir û derve biqedîne." -
YNK: Projeya HDP'ê dibe ku krîzê ji holê rake
YNK'ê da xuyakirin, ku ew ê bi awayekî fermî bersivê bidin projeya HDP'ê ya di dema serdana Başûrê Kurdistanê de pêşkêş kiribû. -
Navên şehîdên Hesekê eşkere bûn
Navên kesên li Hesekê di êrîşa xwekujî ya duh êvarê de şehîd ketin, eşkere bûn. -
Li 3 gundên Çelê derketina derve hat qedexekirin
Dewleta Tirk li 3 gundên gundên Çelê derketina derve hat qedexekirin. -
Hejmara mirovên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bû 30
Hejmara mirovên li Hesekê di êrîşa xwekujî de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 30 kesan. -
Fermandarê Ceyş El Siwar: Em ê bi ruhê fedayî li dijî dagirkerî û êrîşan li ber xwe bidin
Ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Hecî destnîşan kir, ku li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûrî yên li Bakurê Sûriyeyê/Rojavayê Kurdistanê, ew ê heta dawiyê bi ruhê fedayî li ber xwe bidin. -
Li gorî qeymeqamê Tirk navê Zenda 'mustehcen, nexweş û pêkenî' ye
Qeymeqamê Tirk ê li Xelfetiyê ku bi biryara Walîtiya Tirk a li Rihayê dest daniye ser hemû erkên şaredariya navçeyê, destûr neda ku navê Zenda 'zend-hêza jinê' li parkê bê kirin. Biryara lêkirina vî navî ji aliyê Meclîsa Şaredariyê ve hatibû dayîn. -
Hejmara qurbaniyên li Hesekê bû 25 kes
Hejmara mirovên di êrîşa xwekujî de jiyana xwe ji dest dan, ku li Hesekê li dijî dawetekê hat kirin, bû 25 kes. Hejmara birîndaran jî gihîşt 80 kesî. -
Hejmara kesên ku di êrîşa Hesekê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 15’an
Hejmara kesên ku ji ber êrîşa xwekujî ya li dijî dawetekê jiyana xwe ji dest dan gihişt 15’an. -
Zarok TV hate mohrkirin
Qenala yekemîn a zarokan a bi zimanê Kurdî Zarok TV jî hate mohrkirin û tevahî alavên wê hatin desteserkirin. -
2 şervan li Efrînê ber bi rêwîtiya dawî hatin birêkirin
Şervanê YPG’ê Dijwar Xerîb û endamê Cephet El Ekrat Ekrad Baran (Yûsif Xelûf) li Efrînê ji hêla bi sedan kesî hatin veşartin. -
Gerîlayê HPG’ê Ûgûr hat veşartin
Gerîlayê HPG'ê Huseyîn Ugur (Rojhat Tûfan) ê ku di 28'ê Gulanê de bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, li Artûklûyê hat veşartin. -
Li Hesekê li dijî dawetekê êrîşa xwekujî
Li Taxa Salah a Hesekê li dijî dawetekê êrîşek xwekujî pêk hat. -
Ozgur Gun TV û Ozgur Gun Radyo hatin mohrkirin
Ozgur Gun TV û Ozgur Gun Radyo yên danê êvarî polîs û memûrên darayî bi ser de girtin, hatin mohrkirin. -
Li Qamişloyê 2 şervan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Şervanê YPG’ê Bîlal Til Berek (Mihemed Bedîr) û Mihemmed Dawûd ê ku di 2’yê Cotmehê dema ku diçû li ser karê xwe di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dabû, li Şehîdgeha Delîl Saroxan a Qamişloyê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirikirin. -
Polîsan avêtin ser avahiya Ozgur Gun TV û Radyoya Gunê
Polîs û memûrê darayi avêtin ser avahiya Ozgur Gun TV û radyoya Gun ku li Navenda Galariya Îş a li navçeya Yenîşehîr a Amedê ye û hevpar bi kar tanîn. -
Polîsan bi ser avhiya Jiyan û Zarok TV de girtin
Polîs û mehmûrên darayiyê bi ser avahiya Zarok û Jiyan TV ya ku 28’ê Îlonê bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan weşana wê tarî kir de girtin. -
Hevşaredarên Xelfetiyê: Em qeyûm nas nakin, li ser wezîfeya xwe ne
Hevşaredarên Xelfetiyê li dijî desteserkirina Waliyê Rihayê ya şaredariyê ku bi tayînkirina qeyûm kir, nerazîbûn nîşan da. Hevserokan got; “Em qeyûm nas nakin, li ser wezîfeya xwe ne.” -
Bîlgen: Hewldana tarîkirin, bêdengkirin û çewisandinê ye
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen bertek nîşanî girtina televîzyon û radyoyan da û got, ‘Ev zext ne cezakirina tiştên heta niha bûyin lê têkildarî tiştên ku wê niha bibin tarîkirin, bêdengkirin, nixumandin û çewisandin e’’ -
Li Rojava jin ji bo Ocalan meşiyan
Jinên ku li Şaredariya Kantona Cirzîrê de dixebitîn, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi qeyûman desteserkirina şeredariyên Bakurê Kuristanê, ji Qamişloyê heta Amûdê bimeşin. -
Li Şirnexê zarokê girtî yê birîndar jiyana xwe ji dest da
Li Şirnexê zarokê bi navê Seyît Riza Şaran ê 16 salî dema di raperîna li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de giran birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.