Li Rojava ji bo 3 rojan şîn hat ragihandin

Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, ji ber komkujiya li Hesekê li gelemperiya Rojava ji bo 3 rojan şîn îlan kir.

Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, têkildarî komkujiya li Hesekê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, li gelemperiya Rojava ji bo 3 rojan şîn hatiye îlankirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 3'ê Cotmeha 2016'an de terorîstên DAIŞ'ê kiryareke terorîstî newêrek pêkanî û salona şahiyan a li bajarê Hesekê ku dawetek tê de hatibû destpêkirin hedef girtin. Di encamê de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn, ku piraniya wan jin û zarok in.

Ev karê newêrek di encama îflasbûna wan hêzên tarî yên terorîst û dewletên ku destekê didin wan de pêk hat. Piştî serketinên ku hêzên me bidest xistine, derbên giran li wan dan û ew ji pir herêm û bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê qewitandin, êrîşî gelê sivîl kirin.

Em wek Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyeyê, di heman demê ku em vî karê newêrek bi tundî û bi her gotinekê şermezar dikin, em bang li Civaka Navneteweyî û gelên demokratîxwaz dikin ku bi hev re li kêleka Şoreşa me ya Rojava rawestin û aloziya Sûriyeyê çareser bikin. Ji bo terora ku gefê li hemû mirovahiyê dixwe ji holê bê rakirin, em teqez dikin ku karên wiha nikarin li pêşiya berdewamkirina xebatên projeya me ya ji bo pêkanîna azadiyê û demokrasiyê ji tevahiyan gelên me re bibin asteng.

Em ji îro ve 3'ê rojan şînê radigihînin û bang li tevahî gelê xwe dikin ku li hemberî êrîşan şiyar bin, bi baldarî tevbigerin û li cihên komî nesekinin.

Em ji bo tevahiya zarokên gelê me û malbatên qurbaniyan sersaxiyê dixwazin, ji şehîdan re rehmetê û şîfaya lezgîn jî ji birîndaran re dixwazin."