Fermandarê Ceyş El Siwar: Em ê bi ruhê fedayî li dijî dagirkerî û êrîşan li ber xwe bidin

Ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Hecî destnîşan kir, ku li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûrî yên li Bakurê Sûriyeyê/Rojavayê Kurdistanê, ew ê heta dawiyê bi ruhê fedayî li ber xwe bidin.

Ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Hecî destnîşan kir, ku li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûrî yên li Bakurê Sûriyeyê/Rojavayê Kurdistanê, ew ê heta dawiyê bi ruhê fedayî li ber xwe bidin.

Ebû Hecî, êrîşên li dijî Cerablûs-El Raî-Ezaz-Efrîn-Şehbayê, planên li ser van herêman, têkilî û armancên dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûrî û DAIŞ'ê, ji ANF'ê re nirxand.

'TIRKIYE NE LI BENDÊ BÛ MINBIC BÊ RIZGARKIRIN'

Fermandar Ebû Hecî bibîr xist, ku Minbic di encama operasyona 73 rojan a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hat rizgarkirin û got, "Dewleta Tirk li pêşberî vê rewşê matmayî ma û hêrs bû. Dewleta Tirk ne li bendê bû ku Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê were paqijkirin. Ji ber ku Minbic piştî Reqqayê weke navenda herî girîng a çeteyên DAIŞ'ê didît. Lê belê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di nava 73 rojan de berxwedaneke fedayî nîşan da. Lewma dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûrî ket nava tirs û fikaran û ji bo pêngaveke gengaz a Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê beralî bikin, Cerablûs dagir kirin."

'DEWLETA TIRK BI VAN OPERASYONAN RE KOMÊN ÇETE XISTIYE BIN PER Û BASKÊ XWE'

Ebû Hecî da xuyakirin, ku dewleta Tirk çend roj beriya niha bajarokê El Raî dagir kir û bi vî rengî gaveke ku şerê li Sûriyeyê kûrtir dike, avêt. Ebû Hecî got, "Dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûrî, bi dagirkirina bajarokê El Raî re xeta Ezaz-Cerablûsê bi temamî dagir kir. Ev yek operasyonek li dijî pêngavên rizgarkirinê yên hêzên gel ên demokratîk şoreşger e. Dewleta Tirk bi van operasyonan re komên çete yên DAIŞ û koalîsyona Sûrî xistiye bin per û baskê xwe û bi qismî hewl daye herêma tampon ava bike. Lê belê hewldana wê ya avakirina herêma tampon bi ser neketiye. Ji ber ku ti hêzeke navneteweyî naxwaze dewleta Tirk herêma tampon ava bike."

'DI NAVBERA KOMÊN ÇETE DE KARÊ RADESTKIRINÊ DEWAM DIKE'

Fermandarê Ceyş El Siwar diyar kir, piştî ku dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûrî gund û gundikên li başûrê El Raî ji DAIŞ'ê radest girtin, medya Tirk şerê psîkolojîk sor kir û bi nûçeyên mîna 'Em ber bi Babê ve diçin' hewl dide gelên Tirkiyeyê bixapîne.

Ebû Hecî ragihand, ji ber nakokiyên navbera dewleta Tirk, çeteyên kaolîsyona Sûrî û çeteyên DAIŞ'ê, çend roj berê çeteyên DAIŞ'ê 20 gund û gundikên li başûrê El Raî ji nû ve dewr girtine. Ebû Hecî destnîşan kir, ku karê radestkirinê hê jî li vê herêmê dewam dike.

'BI DAGIRKIRINA AXA ROJAVA RE DEWLETA TIRK DIXWAZE PÊŞÎ LI GIHÎŞTINA HEV A KANTONÊN EFRÎN Û KOBANÊ BIGIRE'

Fermandar Ebû Hecî anî zimani ku sedema bingehîn a hewldana dewleta Tirk a dagirkirina xaka Rojavayê Kurdistanê/Bakurê Sûriyeyê, pêşîgirtina li gihîştina hev a kantonên Efrîn û Kobanê ye û got, "Dewleta Tirk, komên çete yên wekî DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam, Tûgaya Sûltan Mûrat ku di şerê li Sûriyeyê de bi rengekî vekirî destekê dide wan, weke gefek li dijî xwe nabîne. Dewleta Tirk, Kurdan weke gefa herî mezin li dijî xwe dibîne, ku Kurd niha hemû civakên ji netewe û baweriyên cuda li ser bingeha wekhevî, azadî û edaletê li hev dicivînin û hewl didin sîstemeke jiyana azad ava bikin. Ji ber vê yekê Cerablûs û bajarokê El Raî dagir kir. Lewma dixwaze bajarê Babê dagir bike. Lê ji bo pêkanîna vê yekê ne hêza xwe heye, ne jî hêzên navneteweyî destûrê didin."

'ÇETE DIXWAZIN JI ÎDLIBÊ HETA CERABLÛSÊ DEWLETA ÎSLAMÊ AVA BIKIN'

Ebû Hecî diyar kir, yek ji hesabên dewleta Tirk ên li herêma Efrîn-Ezaz-Şehbayê ew e ku bikeve herêmê û li dijî hêzên QSD, YPG/YPJ'ê şer bike.

Fermandarê Ceyş El Siwar işaret bi girîngiya erdnîgarî ya sêgoşeya xeta Ezaz-Cerablûs, Bab-Ezaz-Efrînê kir û got, "Bi taybetî Efrîn û Bab gelekî stratejîk in. Xeta Efrîn, Ezaz û Cerablûsê deriyên li Tirkiye û cîhanê vedibin e. Di heman demê de Bab û Minbic jî deriyên berê wan li Efrîn, Heleb û Îdlibê ne. Dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûrî, bi dagirkirina van navendên stratejîk re diwazin Sûriyeyê parçe bikin û li ser xeteke berfireh a ji Îdlibê heta Cerablûsê Dewleta Îslamê, Emîrtiya Îslamê ava bikin.

Eger dewleta Tirk û komên çete yên koalîsyona Sûrî karibin van navendan dagir bikin, wê Helebê jî bi dest bixin. Ku ev yek jî wê bibe berfirehbûna hesabên wan ên li ser avakirina dewleta Îslamê. Lê belê ev ne plan û projeyên di demeke kurt an jî navîn de pêk werin. Ev planên demdirêj in. Ji ber vê yekê, li herêmê her roj êrîşên dijwar tên kirin."

'RIZGARKIRINA HERÊMA ŞEHBA WÊ AXA FEDERASYONA ROJAVA-BAKURÊ SÛRIYEYÊ BIGIHÎNE HEV'

Ebû Hecî bal kişand ser girîngiya rizgariya Babê û got, "Rizgarkirina Babê wê kantonên Efrîn û Kobanê bigihîne hev. Eger herêma Şehba ji çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûrî yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk were paqijkirin, her sê kanton wê bigihêjin hev. Bêguman ev yek jî wê ji aliyê erdnîgarî ve axa Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê bigihîne hev, temam bike. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, ji bo rûniştandin û serketina Federasyona Bakurê Sûriyeyê, divê ji aliyê siyasî û erdnîgarî ve ev hevgirtin bê kirin. Ev jî tê wateya paqijkirina xeta Bab, Ezaz û Cerablûsê ji çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûrî."

'BIRYARGEHÊN KOMÊN ÇETE LI ENQERE-KÎLÎS-DÎLOKÊ NE'

Fermandarê Ceyş El Siwar Ebû Hecî bibîr xist, ku li aliyê Tirkiyeyê yekîneyeke MÎT'ê hatiye avakirin ji bo êrîşên li dijî Federasyona Bakurê Sûriyeyê organîze bike û got, "Çeteyên koalîsyona Sûrî li aliyê Sûriyeyê, dewleta Tirk jî li aliyê Tirkiyeyê navendên koordînasyonê ava kirin. Ev navend îro hê bi çalak dixebitin. Biryargehên navendî yên van navendan li Enqere-Kîlîs-Dîlokê ne. Ji xwe êrîşên li dijî Efrîn, Ezaz û Şehbayê, her wiha êrîşên li dijî taxa Şêx Meqsûdê jî ji van biryargehan tên meşandin."

Ebû Hecî da xuyakirin, ku dewleta Tirk hê jî çeteyan xwedî dike û ji bo bi wan êrîşî xaka Bakurê Sûriyeyê bike, van komên çete bi kar tîne.

'EM BI RUHÊ FEDAYÎ HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN'

Di dawiya axaftina xwe de yek ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Hecî got, "li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûrî yên li Bakurê Sûriyeyê/Rojavayê Kurdistanê, weke hêzên Ceyş El Siwar em ê heta dawiyê bi ruhê fedayî li ber xwe bidin. Weke Tirkmenekî ez di serî de bang li gelê Tirkmen û temamiya gelên Sûriyeyê dikim, ku li ber dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûrî rabin û li dora hêzên gel ên demokratîk şoreşger li hev bicivin."