Hevşaredarên Xelfetiyê: Em qeyûm nas nakin, li ser wezîfeya xwe ne
Hevşaredarên Xelfetiyê li dijî desteserkirina Waliyê Rihayê ya şaredariyê ku bi tayînkirina qeyûm kir, nerazîbûn nîşan da. Hevserokan got; “Em qeyûm nas nakin, li ser wezîfeya xwe ne.”
ANF
RIHA
duşem, 3 kewçêrê 2016, 16:25
Ji ber xespkirina şaredariyên Xelfetî, Wêranşar û Hewengê yên Rihayê ku Waliyê Rihayê di çarçoveya Birnarnameyên Di Hikumê Qanûnê de bi tayînkirina qeymeqaman pêk anî, li Xelfetiyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstafa Bayram axivî, bi bîr xist ku sepanînên rêveberiya awarte ji hêla AKP’ê her roj hê zêdetir dibin, destnîşan kir ku her roj bi sepanînek nû ya antî-demokratîk re hevrû dibin. Bayram di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser desteserkirina şaredariyan a ji hêla Waliyê Rihayê û got; “Domahiya dîrokê, li vir Kurd, Tirkmen û Ermenî bi hevre jiyane û em ê jî vê jiyana bênakok bidomînin. Divê ti kes sabre gelê Xelfetiyê nepîve.”
‘SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ TÊ HEDEFKIRIN’
Hevşaredar Ayşe Dûrmûş jî got bi qeyûm û xespkirina îradeyan armanc sîstema hevserokatiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Tayînkirina qeyûman û xespkirina îradeyê esasî li dijî sîstema hevserokatiyê pêk tê. Dewletê sîstema hevserokatiyê qebûl nekir, berê xwe da hevserokan. Em vê baş dibînin. 27 şaredariyên me ji hêla qeyûman hatin desteserkirin û hevserokên wan hatin binçavkirin. Piraniya van jî jin in. Li gelek deveran jî endamên me yên meclîsa şaredariyê hatin girtin. Ev jî piraniyên wan jin in. Li vir êrîşek yekser li dijî jinê heye. Wek jin me çawa 40 salan têkoşîn meşandibe, çawa li dijî zihniyeta baviksalarî rabibin, em ê li dijî qeyûman jî têbikoşin. Em ê ti carî ji têkoşînê xwe nedin paş. Em qeyûman nas nakin, qebûl nakin.”