Şervanên Yekîneyên Parastina Gel Bîlal Til Berek (Mihemed Bedir) 5’ê îlona 2015’an di operasyona rizgarkirina bajaroka Holê şehîd bû û endamê Hêzên Asayîşa Rojava Mihemed Dawûd ku 2’yê vê cotmehê dema li ser karê xwe peywirdar bû gihişte şehadetê.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan, cîgirê wî Dr. Hisên El-Ezam, hin serokên desteyên Rêveberiya Xweser û cîgirên wan, endamê Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demorkatîk Hikmet Hebîb û Endamê MSD’ê yê bajarê Humsê Ebdulsatir El-Feysel tevî bi sedan ji welatiyên bajarê Qamişloyê ji bo oxirkirina cenazeyên herdu pakrawanan li pêşiya mala gel taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hatin cem hev.
Dema ku karwanê cenazeyê gihişte Goristana Şehîd Delîl Saroxan şervanên YPG û endamên Asayîşê darbestên herdu lehengan rakirin ser milan. Li wir ji bilî durişmeyên şehîd namrin, dengê tilîliyên dayîkan gihiştin asîmanan.
Li ser giyanê herdu cangoriyên azadiyê şervanên YPG, YPJ û endamên Asayîşê toreneke leşkerî lidar xistin. Paşê Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxên xerbî yên bajarê Qamişlo Sîham Silêman axaftinek kir û ji malbatên herdu şehîdan re serxweşî xwest.
Berxwedaniya mezin a Hêzên Sûriyeya Demokratîk di operasyonên rizgarkirina Til Berek, Hol, Şedadê di nava axaftina Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD’ê Hikmet Hebîb de cih girt. Hikmet diyar kir ku ev hêz di riya avakirina Sûriyeya demokratîk û azad de li ber xwe didin.
Ebdulsatir El-Feysel ango endamê MSD’ê yê bajarê Humsê yê Sûriyeyê jî li ser şehîdan ev tişt got “Bêyî van şehîdan me nikarîbû tu caran li pêşiya we niha bisekinin û bi azadî wiha baxivin. Wê şehîd herdem ronakbîriya dilê hemû welatiyên Sûriyeyê bin.”
Piştre nasnemayên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Gelê Qamişloyê cenazeyên herdu qehremanan di nava durişme û tilîliyan de spart axê.