YNK: Projeya HDP'ê dibe ku krîzê ji holê rake
YNK'ê da xuyakirin, ku ew ê bi awayekî fermî bersivê bidin projeya HDP'ê ya di dema serdana Başûrê Kurdistanê de pêşkêş kiribû.
YNK'ê da xuyakirin, ku ew ê bi awayekî fermî bersivê bidin projeya HDP'ê ya di dema serdana Başûrê Kurdistanê de pêşkêş kiribû.
Polîtburo ya YNK'ê ya bi serokatiya Mele Bextiyar duh êvarê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê li hev civiya. Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, serdana heyeta herêma Kurdistanê ya li Bexdayê hatiye nîqaşkirin û hat gotin, "Serdan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên petrol, gaza xwezayî, budçe û mûçeyan, projeyek e ku ji aliyê hikûmetê û aliyên siyasî ve hatiye erêkirine.
YNK'ê diyar kir, serdan û hevdîtinên heyeta HDP'ê yên 21-24'ê Îlonê yên li Başûrê Kurdistanê erênî bûn û got, "Projeya HDP'ê ya li ser nîqaşa navbera aliyên siyasî bi erênî hatiye dîtin û wê di rojên pêş de bersiveke fermî li ser vê projeyê were dayîn."
YNK'ê her wiha da zanîn, ku biryar hatiye dayîn, ji bo tevlîbûna Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan li nava YNK'ê, merasîmek bê lidarxistin.