Hejmara kesên ku di êrîşa Hesekê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 15’an

Hejmara kesên ku ji ber êrîşa xwekujî ya li dijî dawetekê jiyana xwe ji dest dan gihişt 15’an.

Li dijî daweta mala Fatimê ya li salona dawetê ya El-Senabîl a li ser rêya Hesekê-gundê Sifreya êrîşek xwekujî pêk hat, 14 cenaze û 13 kesên birîndarbûyî rakirin Nexweşxaneya Wetenî. Hate ragihandin ku li Nexweşxaneya Amûdê jî cenazeyekî jinekê û 8 birîndar hene.

Navê birîndarên ku li Nexweşxaneya Amûdê ne wiha ne; Yilmaz Îbrahim (22), Saet Hec Davûd (45), Pola Hasaf (33), Hezil Fatimê (23), Hêlîn Fatimê (19), Mihemmed Ehmed, Naif Mislif (19), Şepal Fatimê.

Rayedarên Nexweşxaneyê banga lezgîn kirin ku xwînê bibexşînin.