Zarok TV hate mohrkirin
Qenala yekemîn a zarokan a bi zimanê Kurdî Zarok TV jî hate mohrkirin û tevahî alavên wê hatin desteserkirin.
Qenala yekemîn a zarokan a bi zimanê Kurdî Zarok TV jî hate mohrkirin û tevahî alavên wê hatin desteserkirin.
Piştî polîsan bi ser avahiya Azadî TV û li heman avahiyê Jiyan TV û Zarok TV de girtin, lêgerîna xwe nêzî 3 saetan domandin. Piştre jî mohr li deriyê Azadî TV hate xistin. Dema tomarkirina alavan de polîsan xebatkarên Azadî TV derxistin derve û bi rêveberên televîzyonê re karê tomarkirinê pêk anîn. Hate ragihandin ku tevahî alavên di avahiyê de bi mohrkirina derî ve hatiye desteserkirin.
Piştî ku tomarkirina alavên li Jiyan TV û Zarok TV jî bi dawî bû, mifta derî hate guhertin.