Bîlgen: Hewldana tarîkirin, bêdengkirin û çewisandinê ye

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen bertek nîşanî girtina televîzyon û radyoyan da û got, ‘Ev zext ne cezakirina tiştên heta niha bûyin lê têkildarî tiştên ku wê niha bibin tarîkirin, bêdengkirin, nixumandin û çewisandin e’’

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen bi daxuyaniye çapemeniyê ya li Navenga Giştî ya HDP’ê têkildarî girtina qenalên televîzyonên Kurdan û muxalîfan daxuyanî da û got, ‘’ Ev zext ne cezakirina tiştên heta niha bûyin lê têkildarî tiştên ku wê niha bibin tarîkirin, bêdengkirin, nixumandin û çewisandin e. Tenê ne xweyî wê wesfê ye ku gefan li medyayê dixwe lê her wiha gefan li demokrasiya welêt û hemû muxalefeta civakî jî dixwe.’’

Bîlgen têkildarî axaftinên Erdogan ên li Meclîsê jî got:‘’ Kesên ku dixwazin partiya me hurmetê nîşanî wan bide, divê pêşî hebûna partiya me nas bikin, di xwe de qebûl bikin, dev ji wan nêzîkatiyan berdin ku ji ber xebatên me, me hedef nîşan bidin. Ez dibêm qey ev hewceyiyên kêm in ji bo yên ku li benda dîtina hurmetê ne.’’

Têkildarî Rewşa Awarte Bîlgen jî wiha anî ziman: ‘’Heke di zûtirîn demê de dev ji Rewşa Awarte neyê berdan, heke ev hişmendiya ku Rewşa Awarte domdar dike, vê weke hişmendiyeke rêveberinê bi kar tîne û vê dike ceribandine fiîlî, ev ê hem xweyî wê potansîyalê ye ku bibe krîza herêmî hem jî di rojên pêş de dikare rê li ber krîzên ekonomîk ên giran jî veke. Ji bo vê jî em hêvî dikin ku di rojên pêş me de pêvajoya Rewşa Awarte bi dawî bibe.’’

Berdevkê çapameniyê yê HDP’ê Bîlgen têkildarî polîtîkaya Tirk ya derve jî got: ‘’Pir şaş e ku operasyonên Mûsilê û Reqqayê di nav çarçoveya NATO’yê de were nirxandin. Tenê dema ku êrîş bi ser welatekî endamê NATO’yê de were kirin ev dikare were nîqaşkirin. Ji bo vê jî ji bo ku Tirkiye bikeve NATO hincet were nîşandan, hem ne rewşeke wiha ye ku were qebûlkirin û hem jî pir şaş û taloke ye.