Berekat: Dewleta Tirk çiqasî êrîşî Kurdan bike, wê hîn bêhtir li hundir û derve têk biçe
Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Berekat nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê da û got, "Dijminatiya li Kurdan wê dewleta Tirk li hundir û derve biqedîne."
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
AMÛDÊ
sêşem, 4 kewçêrê 2016, 11:12
Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.
Berekat da xuyakirin, dewleta Tirk tevî desteka xwe ya 3 salan ku dide çeteyan, li ser sînor êrîşan dike, komkujiyan pêk tîne û ji bo guhertina sînor qanûnên navneteweyî binpê dike. Berekat got, "Em bang li hêzên navneteweyî, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, asziyên mafên mirovan, DYA, Rûsya, Ewropa û dewletên bi herêmê re eleqedar in dikin; li ber van êrîşên dijminane û bêperwa yên dewleta Tirk rabin."
'BI DAIŞ'Ê RE ÊRÎŞ DIKE'
Berekat da zanîn, dewleta Tirk sînorên bi salan e hene diguherîne, li nava erd û zeviyên cotkar û gundiyan sînorên nû xêz dike û got, "Leşkerên Tirk çekên xwe li dijî axa me bi kar tînin. Tevî desteka wan a ji bo çeteyan û komên terorîst, ku dibe sedema şer, êrîşên dagirkeriyê yên li dijî sînorên me didomînin. Li gorî qanûnên navneteweyî, mafê her gel û mirovî heye ku biçe û bê, bigere û bazirganiyê bike. Lê belê dewleta Tirk dest li sînorê me, li axa me werdide. Mirovên li nava xaka Rojava, li cihekî nêzî sînor di nava zeviyên xwe de dixebitin an jî şivantiyê dikin, dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk û mirovên me bi vî rengî tên qetilkirin. Hê beriya mehekê li ser rêya Amûdê-Dirbesiyê, leşkerên Tirk gule li wesayîteke di rê de bû reşandin û ciwanekî me şehîd xistin. Beriya çend rojan, di şevekê de 16 mirovên me li ser sînor bi xwînxwarî qetil kir. Dewleta Tirk çawa ku li Bakurê Kurdistanê bi hovane êrîşî Kurdan dike, heman hovîtiyê li Rojava jî dike û çi bi şev çi jî bi roj, mirovên me qetil dike.
Mafê her welatî heye ku tevî hurmeta li sînorê welatê cîran, sînorên xwe biparêze. Lê dewleta Tirk dijminatiya xwe ya li Kurdan dewam dike. Gelo kuştina zarokan, kal û pîrên 70 salî li ser sînor, di kîjan hiqûq û qanûnê de heye? Eger dewleta Tirk dixwaze xwe biparêze, bila deriyên xwe li çeteyên dikevin nava sînorê wan bigire. Dinya û alem tev dizane, ku dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê hevkarên ehv in û di çarçoveya heman konseptê de êrîşî Rojava dikin. Li dijî vê hovîtî û van komkujiyên dewleta Tirk, em naxwazin bi rengekî leşkerî nêz bibin. Dewleta Tirk bi rêya van êrîşan dixwaze provokasyonekê bafirîne û êrîşên xwe yên li ser Rojava girantir bike. Weke rêveberiya demokratîk çawa ku em ji bo xwe jiyaneke aram û ewle dixwazin, heman tiştî ji bo cîranên xwe jî dixwazin. Ji ber ku Rojava cihekî ewle ye, li dijî Tirkiyeyê ti êrîşek nehatiye kirin. Me hemû çete û komên terorîst ên li serê cîhanê bûne bela, ji sînorên Tirkiyeyê rakirin."
'DIVÊ GELÊ ME HAY JI XWE HEBE'
Berekat li dijî van nêzîkatiyên dijminane yên dewleta Tirk ji gel xwest, ku ne mecbûrî be xwe zêde nêzî sînor nekin û got, "Cotkarên me dema li nava zeviyên xwe dixebitin, divê hay ji xwe hebin."
'BERÊ BI SER NEKET, WÊ NIHA JÎ BI SER NEKEVE'
Berekat da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi van êrîş û provokasyonan naxwaze li herêmê ewlehî û aramî hebe û got, "Ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan, sîstema rêveberiyeke demokratîk a ji gelên Rojava, tehemûl nake. Dewleta Tirk naxwaze Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Çeçen û Tikrmen li Rojava bi rengekî aştiyane û aram bi hev re bijîn. Ji ber ku sîstema me ya demokratîk ji bo hemû mirovên li herêmê veguheriye alternatîfeke çareseriyê û baweriyê. Tehemûlî vê nake.
Dewleta Tirk xwe ji jiyaan bi hev re ya gelan û aramiyê xwedî nake; xwe ji kaos û şer xwedî dike. Ji bo vê jî serî li her şêwe polîtîka û têkiliyên qirêj dide. Dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan nû nîne. Bi dehan salan e heman polîtîkayên qirêj dimeşîne û komkujiyan dike. Niha jî dixwaze vê bidomîne. Her kesî dît bê çawa çete derbasî Serêkaniyê û Kobanê kir û bi çi rengî êrîşî Rojava kir. Em dixwazin bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyên baş ên cîrantiyê bin. Lê belê dewleta Tirk xwe ji nearamiyê xwedî dike."
Serokê Destleya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat herî dawî got, "Ji bo Kurd nebin xwedî mafên xwe yên azadiyê, çi ji dewleta Tirk tê, dike. Lê belê dewleta Tİrk di vê dijminatiya xwe de berê bi ser neket, wê niha jî bi ser nekeve. Dijminatiya li Kurdan wê dewleta Tirk li hundir û derve biqedîne."