BI DÎMEN

Fermandarê Pêşmergeyan: Ti hêz naxwaze Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe

Fermandarê Pêşmergeyên li Kerkûkê Resûl destnîşan kir, ku ti hêz naxwaze Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe.

Fermandarê Pêşmergeyên li Kerkûkê Wistan Resûl li ser operasyona Mûsilê ji ANF'ê re axivî û got, "Hêzên pêşmerge wê ji rojhilatê Mûsilê ve bi pêş ve biçin. Pêş ve çûn dewam dike û beşeke mezin a vê herêmê hatiye kontrolkirin. Lê belê hêzên pêşmerge wê nekevin navenda Mûsilê."

Resûl got, "Em li benda saeta destpêkirina operasyonê ne. Dema destpêkirinê jî ji aliyê hêzên koalîsyonê û hikûmeta navendî ya Iraqê ve tê destnîşankirin."

Resûl diyar kir, ew texmîn dikin ku şer demeke dirêj bajo û gelekî dijwar be. Resûl di dewama axaftina xwe de got, "Dema mirov li amadekariyan dinêrin, texmîn dikim ku wê li navenda Mûsilê şerekî mezin biqewime. Bi dîtina min, wê bi gelek rêbazên şer, êrîş werin kirin. Tê payîn ku ev êrîş jî bi giranî li aliyê din ê çem bê kirin.

Em, hikûmeta navendî ya Iraqê û hêzên koalîsyonê naxwazin Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe. Eger tevlî bibe, li gorî min wê di navbera Tirkiye û hêzên navendî yên Iraqê de şer derkeve."

OPERASYONA HEWÎCE

Fermandarê Pêşmergeyên li Kerkûkê Wistan Resûl li ser operasyona Hewîce jî agahî da û got, "Em operasyona Hewîceyê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re dimeşînin. Hêzên operasyonê li cihê xwe bi cih bûne. Me rê û rêbaza tevgera hêzên operasyonê diyar kirin. Dema kêliya destpêkirina operasyonê hat, em ê hingî daxuyaniyê bidin."