'Di êrîşa Hesekê de destê Tirkiye û Sûriyeyê heye'

Koordînasyona Kongreya Star û Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê dan xuyakirin, ku di êrîşa xwekujî ya Hesekê de destê ajanên Tirkiye û Sûriyeyê heye.

Koordînasyona Kongreya Star û Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê li ser êrîşa xwekujî ya li daweteke li bajarê Hesekê, daxuyaniyên nivîskî weşandin. Di her du daxuyaniyan de êrîş bi tundî hat şermezarkirin.

'GIRÊDANA KOMKUJIYA LI HESEKÊ BI YA DÎLOKÊ RE HEYE'

Di daxuyaniya Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê de hat gotin; "Ev terora dijmirovahî ku tevayî milet ji zarok û jinan armanc digire bi tenȇ berdewamiya siyaseta dijminane ye ku li hember gelȇ Kurd û tevahî gelȇn herȇmȇ ji mȇj ve pȇk tȇç Lȇ divȇ ku baş zanibin ku bi van kiryar û terorîzma xwe ti caran vîna me ya azad naşikînin û em her û her tekez dikin ku em ȇ xweragir bin li pȇşber hemî hewldanȇn qelskirina vîna me. Ew ê ti caran bi van kiryarȇn tirsonek tiştekî bi dest nexin, lȇ belȇ her û her baweriya me wȇ xurtir bibe.

Di heman demȇ de em tekez dikin ku destȇn saloxgeriya Tirk û Sûriyeyê di vȇ teqînȇ de heye û ev teqîn bi sedema serketinȇn dawiyȇ ku li Minbicȇ û gundewarȇn wȇ çȇbûne rû da Ev teqîna li Hesekȇ rûdayî girȇdana xwe bi teqîna Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê re heye. Em weke Desteya Parastinȇ vȇ teqîna terorî şermezar dikin, sersaxiyȇ ji malbatȇn şehîdan re dixwazin û saxlemiyȇ ji hemî birîndaran re hȇvî dikin. Ji gelȇn Rojava re tekez dikin ku em ȇ tolȇ ji her kesȇ tawambar hilînin."

'KOMKUJIYA LI HESEKÊ LI DIJÎ HEMÛ PÊKHATEYÊ LI SÛRIYEYÊ HATIYE KIRIN'

Daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star jî bi vî rengî ye:

"Çeteyên DAIŞ'ê ku li dijî mirovatiyê ne, şevê din li bajarê Hesekê, li dijî gelê me, li dijî gelê sivîl êrîşeke xwînxar û komkujiyeke mezin pêk anîn. Di encamê de piraniya wan jin û zarok bi dehan kes jiyana ji dest dan, bi dehan kes jî birîndarin. Li herêmê, li Rojavayê Kurdistanê, li Hesekê ev êrîş ne êrîşa destpêkê ye. Dijminên xwînxwar gelek êrîşên wiha pêk anîn e.

Gelê  me bi fedekarî, bedêlên pir mezin û giranbuha pergala demokratîk û federal dafirîne.  Ev sîstema alternatîfeke pir xurt li dijî tevahiya pergalên desthilatdar e, lewma dibe hedef. Çeteyên xwînxwar ne rojên pîroz, ne însaniyetê, ne Îslamiyetê, ne ol dinasin. Hurmeta wan ji çi nirxan re, ji çi baweriyan re nîne.

Li gel vê rastiyê jî, di sêrî de dewleta Tirkiye, hikûmeta AKP'ê û gelek hêzên din ên herêmî piştevanî ji çeteyan re dikin.  Çawa ku çetêyên AKP’ê li bakurê Kurdistanê li bajarê Dîlokê di dawetekê de komkujî pêk anîn û wiha jî xwestin aramiya di navbera gelan de xera bikin, îro jî heman mejî êrîşen xwe li dijî bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê pêk tîne. Êdî dost û djimin her kes jî dizane ku bi piştgiriya çeteyên AKP'ê DAIŞ heta vê rojê hatiye. Roja pêşî û heta niha êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi xwestek û bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê pêk hatine û heta niha jî berdewam dikin.

Em, êrîşkarên Hesekê çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wî, carek din bi tundî şermezar dikin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane re rehmetê, ji birîndaran re şîfayê û ji malbatên wan û gelê Kurdistanê re jî sersaxiyê dixwazin.

Em bang li hemû hêzên Kurdistanî,  bi taybet Jinên Kurd dikin ku xwedî li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derkevin û tevlî berxwedana pîroz bibin. Em soza tolhildana şehîdên û soza bilindkirina têkoşîna li dijî mejiyê desthilatdar û kujer dubare dikin."