DBP: Armanca komkujiya li Hesekê destketiyên Kurdan e
DBP'ê komkujiya li Hesekê ku li daweteke pêk hate şermezar kir û diyar kir, armanca vê êrîşê ew e ku têkoşîna demokrasiyê û azadiyê ya bi pêşengtiya Kurdan li Rojhilata Navîn pêk tê biçewisînin.
DBP'ê komkujiya li Hesekê ku li daweteke pêk hate şermezar kir û diyar kir, armanca vê êrîşê ew e ku têkoşîna demokrasiyê û azadiyê ya bi pêşengtiya Kurdan li Rojhilata Navîn pêk tê biçewisînin.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkildarî komkujiya duh a li Hesekê ya ku di dawetê de bûyî daxuyaniyeke nivîskî da û komkujî şermezar kir. "Şevê din li Hesekê bi ser daweteke Kurdan de êrîşeke xwekujî pêk hat, di encamê de nêzî 30 mirovên me bi xwînxwarî hatin kuştin û nêzî sed mirovên me jî birîndar bûn. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin, ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dayin dibêjin, rehma xwedê li wan be û ji bo birîndaran jî em şîfaya xêrê dixwazin." Bi berdewamî hate gotin, ev êrîş weke parçeyeke ji konsepta şer a li dijî Kurdan e ku ti pîvanan nas nake.
Di daxuyaniyê de hate gotin êrîşa bi ser zarok, extiyar, sivîlan de êrîşa bi ser hebûna Kurdan de ye û hate gotin, "Armanca vê êrîşê ew e têkoşîna demorasî û azadiyê ya ku Kurd li Rojhilata pêşengtiya wê dikin, bidin sekinandin. Hemû hêzên ku di çaresernebûna diyardeya Kurd de bi israr in, her polîtîkayên neçareseriyê ferz dikin parçeyek ji komkujiyên bi ser Kurdan de ye, paşmêrê wan e, di nav tifaqa wan de ye."
'LI DIJÎ DAIŞ Û PAŞMÊRÊN WAN DIVÊ TÊKOŞÎNEKE XURT WERE DAYIN'
Di daxuyaniyê de hate gotin ev komkujî wê tiştekî bi dest ve neyênin û têkoşîna Sûriyeya Demokratîk û Rojavaya Azad ku Kurd pêşengtiya wê dikin wê bi ser bikeve. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Komkujiyên li Amed, Pirsûs, Enqere, Dîlok, Qamişlo û niha jî li Hesekê pêk hatî berhema heman hişmendiyê ne. Li dijî hêzên ku dixwazin Rojhilata Navîn di nav xwînê de bihêlin, şerê di navbera gelan de kûr bikin, şer û kaosê dixwazin bikin parçeyeke ji jiyanê divê têkoşîneke hê xurttir were dayin. Hemû hêzên li gel demokrasî, azadî û mafê mirovan divê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û paşmêrên wan bi awayekî çalaktir û bibandor têbikoşin. Em weke Partiya Herêmên Demokratîk diyar dikin ku li dijî vê hişmendiya komkuj li hemû qadên ku em lê rêxistinbûyîn e mê têkoşîna xwe bidin. Em diyar dikin ku em li pişt gelê xwe yê Hesekê ne, kiryarên vê komkujiyê şermezar dikin û şehîdan bi hurmet bibîr tînin, ji bo birîndaran şîfaya xêrê dixwazin."