Li Şirnexê zarokê girtî yê birîndar jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê zarokê bi navê Seyît Riza Şaran ê 16 salî dema di raperîna li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de giran birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Zarokê bi navê Seyît Riza Şaran (16) ê di raperîna li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Di 28'ê Îlonê de piştî li girtîgehê raperîn derket agir derketibû û zarokê bi navê Cegerxwîn Akdenîz jiyana xwe ji dest dabû û Şaran jî bi giranî birînda bûbû.

Şaran ê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Şaran piştî lêpirsîna dozgeriyê û karên otopsiyê ji bo bê definkirin ber bi navçeya Bêlaçûka Rihayê ve hat rêkirin. Hat zanîn ku wê cenazeyê Şaran sibehê li Taxa Karşiyakayê bê definkirin.