KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 12 birîndar
Li Geverê di qezaya trafîkê de ku mînîbusa rêwiyan û kamyon li hev ketin, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn. -
Li Başûrê Kurdistanê HPG’î û YPG’î hatin bibîranîn
Li Başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Di bîranînê de soza girêdana bi bîranînê şervanan hate dayîn. -
Şervanê Ceyîş El-Siwar Xêro Muslim li Efrînê hate veşartin
Şêniyên Kantona Efrînê cenazeya şervanê Ceyîş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) Xêro Muslim spartin axê. -
Hevşaredara Seravê hat girtin
Hevşaredara Seravê Zilan Aldatmaz û xebatkarê Şaredariyê Omer Faruk Kandeger hatin girtin. -
Li Amedê Şervana YPS-JIN’ê Kayar ber bi rêwîtiya dawî ve hate birêkirin
Endama YPS-JIN’ê Ayşe Kayar, piştî 6 mehan li Amedê hat definkirin. Apê Kayar, Nûrettîn Kayar, diyar kir ku wan îro xatir ji bedena Ayşeyê xwest, lê wê fikrên wê her tim bijîn. -
Li Wanê li dijî zextên li ser çapemeniyê çalakî
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê rawestandina weşanên qenalên mûxalîf ên ji hêla RTUK’ê protesto kirin û gotin, “Em ê bîatî yek dengî nekin.’ -
Elûş: Gelên Sûriyeyê pêşeroja xwe di xweseriya demokratîk de dibînin
Endamê Partiya Kar a Komunîst Hesam Elûş ê di Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê de axivî, got ku gelên Sûriyeyê azadiya xwe di xweseriya demokratîk de dibînin. -
Radyo Karacadag jî hat girtin
Radyo Karacadag a li Rihayê dengê welatiyên Kurd, Ereb û Tirkan e jî hat girtin. -
Êrîşên çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê li dijî Taxa Şêx Meqsûdê berdewam dike
YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên giredayî Koalîsyona Sûriyeyê ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin. -
Li rêya Wan-Colemêrgê teqîn
Li rêya Wan û Colemêrgê ji ber teqîna çêbû rê li trafîkê hat girtin. -
‘Di lêpirsîna Elçî de ji wê rojê û şûn de ti kar nehate kirin’
Serokwekîlê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiyê ku ji bo Seroka Baroya Amedê Tahîr Elçî de axivî got ku di dosyaya lêpirsîna Elçî de dozger tuneye. -
Artêşa Tirk li Şemzînanê dîsa derbeyên giran xwarin
Leşkerên artêşa Tirk ên li Şemzînanê derketin operasyonê li ser hev derbeyan ji gerîlayên HPG/YJA Starê dixwin. Di çalakiyên duh de 15 leşker hatin kuştin. -
Foza Yûsif: Li herêmê sîstema netew dewletiyê têk çûye
Endama Komîteya Amadekar a Platforma Nîqaşa Demokratîk Foza Yûsif: Li herêmê pergala netew-dewletiyê têk çûye û hatiye qonaxa dawiyê. Lê hêzên navnetewî û herêmî vê sîstemê li ser gelê herêmê ferz dikin.’’ -
'Girtina saziyên çapemeniyê girtina çavê civakê ye'
Nûçegihanên ku 'platforma nîqaş û diyaloga Sûriyeya demokratîk' ku bi şîara ‘’Federasyona demokratîk garantiya yekîtiya Sûriyê ye’ pêk tê dişopînin, li dijî girtina çapemeniya muxalîf û azad a bi destê dewleta Tirk bertek nîşan dan. -
Qelecî: Divê çareseriyek li derveyî hêzên derve bê afirandin
Serketerê Giştî yê Partiya Guhertinê Mistefa Qelecî destnîşan kir, sîstema federal sîstemeke demokratîk e ku dûrî olperestî û netewperestiyê ye. -
Lîstika dagirkeriyê dewam dike: DAIŞ'ê çend gundên din radest kir!
Çeteyên DAIŞ'ê û yên ser bi Tirkiyeyê, gundên herêma Şehbayê talan kirin. Çeteyan di çarçoveya lîstika dagirkeriyê de, çend gundên li vê herêmê radestî 'Mertala Firatê' kirin. -
‘Divê her kes xwedî li qenalên xwe derkevin’
Rojnamevanê Kurd Sînan Donat destnîşan kir ku divê hemû gelê Kurdistanê bi dirûşma ‘Kesek Nikare Dengê Me Qut Bike’ dakevin qadan û xwedî li qenal û rojnameyên xwe derbikevin. -
Ji GOÇ-DER’ê rapora Sûrê
GOÇ-DER’ê li ser Sûrê raporek amade kir. Di raporê de tê gotin, dewlet piştî kavilkirinê niha bi pey rantê ketiye, gel li gel her tiştî dev ji şûnwarê xwe neqeriya ye û ti hêvî û bendewariya wê ji dewletê nîne. -
Platforma li ser siberoja demokratîk a Sûriyeyê dest pê kir
Xebatên platforma danûstandinên demokratîk ên Sûriyeyê li navenda bajarokê Rimêlanê bi tevlîbûna nûnerên gelek hêzên siyasî yên mûxalîfên Sûriyeyê dest pê kir. -
EDG: Gel dikare bi hêza xwe vê krîzê ji holê rake
Eniya Demokrasiyê ya Gel li ser krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku baweriya gel êdî bi gendelkaran nemaye. -
Hevşaredarê Hênê Zorlû hat girtin
Hevşaredarê Henê Abdûrrahman Zorlû û Îsmaîl Yalimkaya hatin girtin. -
Waliyê li Rihayê ji ber xwe ve dest danî ser Şaredariyên DBP'yî
Piştî ku bi rêya qeyûm Şaredariya Pirsûsê hat desteserkirin, Waliyê Tirk ê li Rihayê xwe spart Rewşa Awarte û di emel de qeyûm li şaredariyên Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê erkdar kir. -
Navê girtiyê di îsyana Girtîgeha Şirnexê de jiyana xwe ji dest da eşkere bû
Hat diyarkirin ku navê girtiyê duh bi şev li Girtîgeha Şirnexê jiyana xwe ji dest da, Cegerxwîn Akdenîz e. -
Li Meletiyê Radyoya Ozgur Guneşê hat girtin
Radyoya Ozgur Guneş a li Meletiyê weşand dikir bi hinceta Biryarnameya di Hikumê Qanûnê de (KHK) ku hat girtin. -
Deriyên Denge TV û Bîrlîk Medya TV hatin mohrkirin
Avahiyên Denge TV û Bîrlîk Medya TV ên li Êlihê weşanê dikin û bi Biryarnameyên di Hikumê Qanûnê de hatin girtin, ji hêla memûrên maliyeyê yên bi çavdêriya polîsên Tirk hatin mohrkirin.