Li Amedê Şervana YPS-JIN’ê Kayar ber bi rêwîtiya dawî ve hate birêkirin
Endama YPS-JIN’ê Ayşe Kayar, piştî 6 mehan li Amedê hat definkirin. Apê Kayar, Nûrettîn Kayar, diyar kir ku wan îro xatir ji bedena Ayşeyê xwest, lê wê fikrên wê her tim bijîn.
Endama YPS-JIN’ê Ayşe Kayar, piştî 6 mehan li Amedê hat definkirin. Apê Kayar, Nûrettîn Kayar, diyar kir ku wan îro xatir ji bedena Ayşeyê xwest, lê wê fikrên wê her tim bijîn.
Endama YPS-JIN’ê Ayşe Kayar (Zerya Amed) ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnxê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 6 mehan li Amedê hat veşartin. Kayar di 9’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû û li Silopiyayê li goristana bêkesan hatibû definkirin. Piştî testa DNA’yê, malbata Kayar cenazeyê keça xwe anîn Amedê. Di dema anînê de cenazeyê Kayar li ser rêya Bismilê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Kayar bi konvoyî anîn Goristana Yenî Koyê. Piştî wecîbeyên olî, jinan darbesta Kayarê ya bi kesk û sor û zer hatî xemilandin, li ser milan heta gorê veguhestin. Dema veguhestina darbestê de gelek jinan wêneyê Kayarê hilgirtin. Dema hilgirtina wêneyan de gelek polîsan pêşiya gel birîn û ji gel xwestin ku wêneyên Kayarê hilnegirin. Lê gel bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” bersiva polîsan dan.
Piştî cenazeyê Kayarê hat definkirin, rêz hat girtin. Di merasîmê de Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku Ayşeyê alaya Sema û Zîlanan hilda û ew ê xwedî li xeyalên Ayşeyê derkevin.
Apê Kayar, Nûrettîn Kayar, spasiya kesên ku beşdarî merasîmê bûne kir û wiha axivî: “Me îro bedena Ayşeyê spart axê, lê nayê wê wateyê wê fikrên wê jî binax dikin. Em xatir ji bedena wê dixwazin, lê wê fikr û ramanên wê bi me re bijîn. Şehîd namirin.”
Herî dawî dayika Kayar, li ser gora keça xwe tilîlî da û şekir belav kirin. Biraziyê wê jî bi keviran navê wê li ser gora wê nivîsî.
Piştî merasîmê girseyê berê xwe da mala sersaxiyê ya Temîra.