Platforma li ser siberoja demokratîk a Sûriyeyê dest pê kir
Xebatên platforma danûstandinên demokratîk ên Sûriyeyê li navenda bajarokê Rimêlanê bi tevlîbûna nûnerên gelek hêzên siyasî yên mûxalîfên Sûriyeyê dest pê kir.
Xebatên platforma danûstandinên demokratîk ên Sûriyeyê li navenda bajarokê Rimêlanê bi tevlîbûna nûnerên gelek hêzên siyasî yên mûxalîfên Sûriyeyê dest pê kir.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê Hevserokê Kantona Cizîrê El-Şêx Himêdî Deham El-Hadî bi xêr hatina beşdaran kir. Di destpêka xwe de spasiya beşdaran kir û got, ew ji vê platfroma li ser siberoja demokratîk a gelên Sûriyeyê gelekî bi hêvî ye. Deham El Hadî destnîşan kir, ku platform wê bibe destpêka çareseriya aştiyane û ji holê rakirina aloziya li Sûriyeyê be.
Endama komîteya amadekar a platformê Dîrok Mela Resûl piştre axivî û piştre bernameya platformê destpê kir.