Lîstika dagirkeriyê dewam dike: DAIŞ'ê çend gundên din radest kir!
Çeteyên DAIŞ'ê û yên ser bi Tirkiyeyê, gundên herêma Şehbayê talan kirin. Çeteyan di çarçoveya lîstika dagirkeriyê de, çend gundên li vê herêmê radestî 'Mertala Firatê' kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê û yên ser bi Tirkiyeyê, gundên herêma Şehbayê talan kirin. Çeteyan di çarçoveya lîstika dagirkeriyê de, çend gundên li vê herêmê radestî 'Mertala Firatê' kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê xwe ji bakurê Helebê vedikişînin û di çarçoveya lîstika dagirkeriyê ya bi navê 'Operasyona Mertala Firatê' de van herêman radestî çeteyên ser bi Tirkiyeyê dikin.
Çavkaniyên herêmî gotin, li gorî vê lîstikê, piştî ku herêm hat bombekirin gundên Heradine û Ewêlîn ên li vê herêmê radestî çeteyên dewleta Tirk hatin kirin.
Amadekarî tê kirin, ku 'Mertala Firatê' ber bi bajarokê Exterîn ve bê birin û kesekî bi navê H.E. diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê tevî malbatên xwe bajarokê Exterînê diterikînin.
Wekî din, gundên Keyîbe û Dedrîş ên Kurdan, piştî ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatin bombekirin, ji aliyê çeteyên Sûltan Mûrad ve hatin wêrankirin.
Li gorî agahiyan, serçeteyên vê operasyona dagirkeriyê, sozê didin çeteyên xwe ku mal û milkên Kurdan radestî çeteyên xwe bikin.