Elûş: Gelên Sûriyeyê pêşeroja xwe di xweseriya demokratîk de dibînin
Endamê Partiya Kar a Komunîst Hesam Elûş ê di Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê de axivî, got ku gelên Sûriyeyê azadiya xwe di xweseriya demokratîk de dibînin.
Endamê Partiya Kar a Komunîst Hesam Elûş ê di Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê de axivî, got ku gelên Sûriyeyê azadiya xwe di xweseriya demokratîk de dibînin.
Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê ku li bajarokê Rimêlan ê Rojava bi tevlîbûna hêza siyasî ya mûxalîf pê hat, piştî axaftinên vê sibehê û semînerên piştî nîvro, ji bo îro navber dayê.
Îro danê sibehê di Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê de Endamê Partiya Kar a Komunîst Hesam Alûş axivî. Elûş diyar kir ku gelên Sûriyeyê azadiya xwe di xweseriya demokratîk de dibînin, diyar kir ku gelên Sûriyeyê li demokrasî û azadiyê ne.
Endamê Partiya Kar a Komunîst Hesam Alûş di platformê de, axivî û anî ziman ku gelê Sûriyê di lêgerîna azadî û demokrasiyê de ye û wiha dewam kir: ”Gelê Sûriyeyê azadiya xwe di tecrubeya Rêveberiya Xweser de dît, ji ber ku ev sîstem mafê hemû pêkhateyên herêmê diparêze û bi awayekî hevbeş, rêveberiya xwe dikin.”
Elûş diyar kir ku gel biryara çarenûsa xwe dide û bi lêv kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser, gelên Bakurê Sûriyeyê li ser prensîbê xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş li hev civandine.
Elûş bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji planên derve yên ku berjewendiyên xwe li herêmê diparêzin, dûr bikevin.
Elûş destnîşan kir ku wê Rêveberiya Xweseriya demokratîk bibe navenda Federaliya demokratîk.