BI DÎMEN

'Girtina saziyên çapemeniyê girtina çavê civakê ye'

Nûçegihanên ku 'platforma nîqaş û diyaloga Sûriyeya demokratîk' ku bi şîara ‘’Federasyona demokratîk garantiya yekîtiya Sûriyê ye’ pêk tê dişopînin, li dijî girtina çapemeniya muxalîf û azad a bi destê dewleta Tirk bertek nîşan dan.

Nûçegihanên ANHA, JINHA, ANF, RONAHÎ TV, Rojnameya Ronahî, RT, ACR, Arap24, Ajansa Smart, Vegend News, Arta FM, Dengê Rojava, NRT, Kurdistan24, Wart Tv, Kurdsat News, AFP, Dengê Amerîka, Reuters, Yekîtiya Ragihandina Azad, Soroya TV, KNN’ê û yên serbixwe di navberdayina platformê da hatin gel hev û ji bo polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk ên bi ser çapemeniya azad de şermezar bikin daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Hevserokê Yekîtiya Çapemeniya Azad Ekrem Berakat li ser navê hemû nûçegihanan daxuyaniya çapemeniyê da.

Berekat got, AKP ya bi pêşengtiya Erdogan li Tirkiyê darbeya 2. dest pê kirine û wiha berdewam kir, "Bi vê darbeyê re hem civaka sivîl û hem jî saziyên dewletê xist bin kontrola xwe. Niha jî dixwaze saziyên çapaemeniyê bixe bin kontrola xwe. Ev pêlek e ku saziyên çapemeniya azad û ya muxalîf di hedefa dewleta Tirk de ne. Beriya bi 2 rojan 12 qenalên ku ji yên Kurd û muxalîfan pêk hatin hatin girtin."

Ekrem Berekat diyar kir ew weke Yekîtiya Çapemeniya Azad û nûçegihanên Rojava van polîtîkayên dewleta Tirk şermezar dikin û diyar kir, ‘’Ev zext li dijî çapemeniya azad in ku çav û mirêka civakê ne. Em bang li hemû sazî û dezgên navnetewî yên çapemeniyê dikin ku li hemberî van polîtîkayên dewleta Tirk dengê xwe derxînin. Girtina saziyên çapemeniyê girtina çavê civakê ye. AKP dixwaze tenê ya partiyekê û ramana ya partiyekê hebe. Em vê nêzîkatiya şermezar dikin.

Berekat piştre got ew li pişt çapemeniya Bakurê Kurdistanê û çapememniya azad a Tirkiyê ne.

Piştî daxuyaniyê nûçegihanan têkildarî mijarê ji ANF’ê re wiha gotin:

Rusya Tuday, Muhammed Hasan: Ez vê helwesta dewleta Tirk şermezar dikim. Ev zextdanîna li ser civakê ye. Jixwe li Tirkiyê azadî nebû û bi girtina qenalên Kurdan qet nema. Ev qenal dengê Kurdan bûn. Ez girtina wan şermezar dikim.

Kurdistan24 Rojava, Hîbar Osman: Em jî weke nûçegihanên Rojava girtina 12 qenalên Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Bandora van kanalan hem li ser Bakur û hem j îli ser hemû Kurdan hebû. Herwiha girtina Zarok TV jî cihê şermezakirinê ye. Em weke nûçegihanên Rojava dengê xwe digihinîn Kurdên hemû dinyayê û yên Bakur. Ji bo ku ev kanal dîsa dest bi weşana xwe bikin divê em nesekinin. Jixwe ev ne cara pêşîye ku dewleta Tirk zextan li ser çapemeniya Kurd daneyne, berê jî ROj TV û MED TV girtibûn.

KurdSat News, Dara Berekatr: Ez weke nûçegihanekî Rojavayî vê zexta li ser çapameniya Kurd şermezar dikim. Ev nîşan dide ku AKP dixwaze bibe tekane hêz û di hêla siyasî de naxwaze dengekî dî bibihîse.

...