Qelecî: Divê çareseriyek li derveyî hêzên derve bê afirandin

Serketerê Giştî yê Partiya Guhertinê Mistefa Qelecî destnîşan kir, sîstema federal sîstemeke demokratîk e ku dûrî olperestî û netewperestiyê ye.

Serketerê Giştî yê Partiya Guhertinê Mistefa Qelecî destnîşan kir, sîstema federal sîstemeke demokratîk e ku dûrî olperestî û netewperestiyê ye. Qelecî da xuyakirin, ku divê hemû alî li hev bicivin û li çareseriyeke dûrî hêzên derve yên li pey berjewendiyên xwe ne, ji krîza Sûriyeyê re peyda bikin.

Mistefa Qelecî li platforma li ser siberoja demokratîk a Sûriyeyê ya li bajarê Rimêlanê axivî. Qelecî diyar kir, sedema krîza li Sûriyeyê, nebûna sîstemeke demokratîk e. Qelecî destnîşan kir, yekane rêya çareserkirina krîza Sûriyeyê avakirina sîstemeke demokratîk e û anî ziman, neteweperestî li pêşiya demokrasiyê asteng e.

Qelecî da zanîn, ji ber bandora zîhniyeta neteweperestiyê zilm û zordarî li civakên Sûriyeyî hatine kirin û got, "Gelên Sûriyeyê birçiyê azadiyê ne. Lewma dikarin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Dewletên ku demokrasiyê ji xwe weke tiştekî nebaş dibînin, yekane astengên li pêşiya azadiyê ne."

Serketerê Giştî yê Partiya Guhertinê Mistefa Qelecî destnîşan kir, sîstema federal sîstemeke demokratîk e ku dûrî olperestî û netewperestiyê ye. Qelecî anî ziman, ku di nava sîstema federal de cihê hemû gelên li Sûriyeyê heye. Qelecî ji bo çareserkirina krîza li Sûriyeyê bal kişand ser girîngiya afiranda rêbaza rast a çareseriyê û got, "Divê hemû alî li hev bicivin û li çareseriyeke dûrî hêzên derve yên li pey berjewendiyên xwe ne, ji krîza Sûriyeyê re peyda bikin."

Platforma li ser siberoja demokratîk a Sûriyeyê bi nîqaşên li ser xala 'netewe dewletê' dewam dike.