Waliyê li Rihayê ji ber xwe ve dest danî ser Şaredariyên DBP'yî

Piştî ku bi rêya qeyûm Şaredariya Pirsûsê hat desteserkirin, Waliyê Tirk ê li Rihayê xwe spart Rewşa Awarte û di emel de qeyûm li şaredariyên Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê erkdar kir.

Piştî ku bi rêya qeyûm Şaredariya Pirsûsê hat desteserkirin, Waliyê Tirk ê li Rihayê xwe spart Rewşa Awarte û di emel de qeyûm li şaredariyên Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê erkdar kir.

Ev talankirina vînê, ku Waliyê Tirk ê li Rihayê Gungor Azîm Tûna li gorî kêfa dilê xwe kir, bi rêya qeymeqamên Tirk ên li navçeyê ji şaredariyan re hat ragihandin. 

Waliyê Tirk Tûna bi biryareke trajîkomîk îdîa kir, ku şaredarî 'endamên rêxistinê tevlî kar dike' û ev yek weke hinceta biryara xwe nîşan da. Bi vê armancê ji aliyê Buroya Rewşa Awarte ya Bajêr a Walîtiya Tirk a Rihayê ve ji şaredariyên Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê yên DBP'yî re nivîseke fermî hat şandin.

Di vê nivîsê de hat gotin, "Hemû karên li ser mal, xizmet û avakirinan, îhale û karên di vî warî de, xebatên li gorî Qanûna Îmarê û temamiya biryarên li gorî qanûna bi hejmara 6183'an bên girtin, divê pêşkêşî destûra qeymeqamê navçeyê were kirin û walîtiya me bê agahdarkirin."

Di nivîsê de tê xwestin, ku ji niha û pê ve hemû karên şaredariyê di çarçoveya vê fermanê de bên meşandin û ti kêmasî neyên kirin.

Piştî ku Şaredariya Pirsûsê ya DBP'yî bi rêya qeyûm hat desteserkirin û Walîtiya Tirk di emel de qeyûm li Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê erkdar kir, her çar şaredariyên DBP'yî yên Rihayê, ku vîna gel in, hatine desteserkirin.

Di vê navberê de, mehê carekê mufetîşên cuda tên şaredariyên Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê û bi ti awayî karekî ne li rê û bêûsil tespît nekirine. Ev yek jî rastiya li piş desteserkirina vînê radixe pêş çavan.

...