Êrîşên çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê li dijî Taxa Şêx Meqsûdê berdewam dike

YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên giredayî Koalîsyona Sûriyeyê ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku çeteyan 29’ê Îlonê ji milê Mesbeh Heleb bi topên hewanan li dijî taxan bombebaranek lidarxistine û wiha berdewam kir; “Di heman demê de çeteyan xwestin ji heman herêmê êrîşê li dar bixin. Piştî bersivdayina hêzên me li qadê şerê demkurt rû da. Di encama şer de qasî hat zelalkirin çeteyek hat kuştin.

Heman şevê balafirên ku nehatin zelalkirin bê ka aîdî kê ne, li Şera 20’an mektebek bombebaran kirin.”