Hevşaredarê Hênê Zorlû hat girtin

Hevşaredarê Henê Abdûrrahman Zorlû û Îsmaîl Yalimkaya hatin girtin.

7 kesên roja 8'ê Îlonê li navçeya Hênê ya Amedê hatin binçavkirin, ku Hevşaredarê Hênê Abdûrrahman Zorlû jî di nav de ye, piştî girtina li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, duh anîn Edliyeya Amedê. Li dû wergirtina îfadeyê, dozgeriya Tirk ji bo girtina Zorlû û 6 kesên pê re, ew sewqî dadgehê kir.

Dadgeha Tirk jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" Hevşaredar Zorlû û Îsmaîl Yalimkaya girt.

Zorlû û Yalimkaya şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.