Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 12 birîndar

Li Geverê di qezaya trafîkê de ku mînîbusa rêwiyan û kamyon li hev ketin, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.

Li milê Çogluk a li ser rêya Colemêrg-Geverê danê êvarî mînîbusa rêwiyan û kamyon li hev ketin. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku rewşa hin ji birîndaran giran e. Dermankirina birîndaran ku bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê didome, xizmên birîndaran dema qeza bihîstin berê xwe dan nexweşxaneyê.

Nasnameyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne; Ayten Onay, Ayaz Çakir, Gulîstan Karadûman û Turkan Mîlas.