Şervanê Ceyîş El-Siwar Xêro Muslim li Efrînê hate veşartin

Şêniyên Kantona Efrînê cenazeya şervanê Ceyîş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) Xêro Muslim spartin axê.

Bi dehan şêniyên Kantona Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kom bûn, alên Cebhet El-Ekrad, Ceyîş El-Siwar (Artêşa Şoreşger) û wêneyên têkoşer Xeyro Muslim rakirin.

Girseyê cenazeyê Muslim ber bi goristana Şehîd Refîq ve birin û li vir şervanên YPJ/YPG`ê merasîmek leşkerî li dar xistin. Di merasîmê de Fermandarê Giştî yê Cebhet El-Ekrad Ebû Stêf, endama Desteya Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Şehba Amne Xidro, endama Meclisa Zagonsaz a Kantona Efrînê Same Ehmed, Hevserokê Meclisa Rêveberiya Herêma Şehba Ismaîl Mûsa axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku têkoşer Xêro Muslim ji bo li gundê Um Hoş gel bikaribe bi aramî bijîn canê xwe feda kiriye.

Nasnameya  Şervanê Ceyîş El-Siwar Xêro Muslim hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseyê cenazeyê têkoşer Xêro Muslim bi berzkirina dirûşmeya `Şehîd Namirin` spartin axê.

Şervanê Ceyîş El-Siwar Xêro Muslim, 29`ê Îlonê li gundê Um Hoş a herêma Şehbayê jiyana xwe ji dest dabû.