BI DÎMEN

Li Başûrê Kurdistanê HPG’î û YPG’î hatin bibîranîn

Li Başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Di bîranînê de soza girêdana bi bîranînê şervanan hate dayîn.

 

17 şervanên HPG û YPG’ê yên ji Başûrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê hatin bibîranîn.

Li Kerkûkê duh li hola Şehîd Sîrwan 17 gerîlayên ji Kerkûkê yên ku di demên cûda de şehîd bûne bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di merasîmê de gelek nûnerên partiyan, rêxistinan û welatî amade bûn.

 Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di merasîmê de ku ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê ve hat organîzekirin, li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê Westa Îbrahîm axivî û diyar kir ku divê heya dawiyê şopa şehîdan bê şopandin û ragihand ku şehîd meşaleya azadiyê ne.

DESTNÎŞANA ‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ’

 Di merasîmê de Berdevka Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Tara Hisên jî axivî û diyar kir ku bajarê Kerkûkê xwediyê hezaran şehîdan e û wiha dewam kir; "Bajarê Kerkûkê di dîrokê de bi serweriya xwe hatiye nasîn. Xwediyê hezaran şehîdan e. Her tim pêşengê têkoşînê bûye. Her wiha di nava PKK'ê de jî ciwanên Kerkûkê bi roleke pêşeng radibin. Em dibînin 17 ciwanên Kerkûkê gihîştine pileya şehîdan. Em di kesayeta şehîd Aram de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Divê em ji bo bersiva şehîdan yekîtiya netewî pêk bînin. Lê mixabin hinek hêz nava mala Kurdan xirab dikin û daxwaz dikin ku PKK ji Başûrê Kurdistanê derbikeve. PKK'ê ji bo parastina gelê Başûrê Kurdistanê  bi sedan şehîd dane."

 Piştre jî Nûnerê PYD'ê yê Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso axivî û bal kişand li ser yekîtiya neteweyî û rêya şehîdan.

 Li ser navê Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) jî  Mamosta Dilovan axivî û got; "Azadî şirîn e, lê nirxê wê giran e, xwîna şehîdan nirxê azadiyê ye."

 Herwiha li ser navê Eniya Demokrasiya Gel jî Westa Aram axivî û diyar kir ku di vê demê de yekîtiya neteweyî şert e.

 Piştî axaftinan, li ser jiyana her 17 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne sînevîzyon hat pêşkêşkirin.

 

...