‘Divê her kes xwedî li qenalên xwe derkevin’
Rojnamevanê Kurd Sînan Donat destnîşan kir ku divê hemû gelê Kurdistanê bi dirûşma ‘Kesek Nikare Dengê Me Qut Bike’ dakevin qadan û xwedî li qenal û rojnameyên xwe derbikevin.
Rojnamevanê Kurd Sînan Donat destnîşan kir ku divê hemû gelê Kurdistanê bi dirûşma ‘Kesek Nikare Dengê Me Qut Bike’ dakevin qadan û xwedî li qenal û rojnameyên xwe derbikevin.
Rojnamevanê Kurd Sînan Donat der barê li Tirkiyeyê Rewşa Awarte, êrîşên li ser Kurdan û bi taybet astengkirina qenalên Kurd û girtina rojnamevanan û bêdengbûyina dewletên Ewropa ji ajansa me re axivî.
Di destpêkê de hûn dikarin asta Rewşa Awarte binirxînin?
Ev nêzikî 2 meh in Rewşa Awarte hatiye îlankirin. Hinceta îlankirina Rewşa Awarte jî ji ber hewldana darbeyê ye û dibêjin ‘Ev Rewşa Awarte ne dijî gel hatiye îlankirin, dijî darbekaran hatiye îlankirin’. Di destpêkê de hemû mamosteyên EGİTİM-SEN’ê di çarçoveya KHK’ê de ji kar girtin. Tevî ku biryara wezîfedarkirina qeyûman a li ser şaredariyên Kurdan di Meclîsê de hate redkirin jî hikûmeta faşîst bi rêya KHK’yê ev xist meriyetê û dest danî ser şaredariyên gel. Bêguman divê her kes baş bizane ku Qesr/AKP li dijî Kurdan darbeya xelaskirinê xistiye dewrê. Bêguman ev Rewşa Awarte li dijî Kurdan hate îlankirin.
Niha gelek qenalên Kurdî ji aliyê Dewleta Tirk hatiye girtin û deriyên wan hatine mohrkirin. Hûn wek rojnamevanê Kurd vê çawa dinirxînin?
Berdewama darbeyê gihişte asteke kirîtik. Niha jî êrîşek mezin li hemberî qenalên Kurdan dan destpêkirin. Weşana qenalên wek Zarok TV, Jiyan TV, Hayat TV, TV10, Azadî TV, Denge TV û hwd dan sekinandin û deriyên wan hatin mohrkirin. Êrîşek gelek mezin li ser çapemeniya Kurdan didin meşandin. Ev hişmendî tehemûla qenalên Kurdî jî nake. Mînak, Zarok TV qenalek zarokan e û bi Kurdî weşanê dike. Di qenalê de weşanek îdeolojîk ango siyasi nîne, tenê ji bo zarokan belgefilmên karton tên weşandin. Ev qenal bi zimanê Kurdî weşanê dike. Di heman demê de Jiyan TV jî bi zimanê Kurdî zaravayê Dimilkî weşana xwe dikir, piranî jî civakî bû. Her wisa TV 10 qenalek xîtabê çanda Elewîyan dikir. Hayat TV xîtabê karkeran dikir, pirsgirêkên karkeran dikir mijar. Her wiha qenala ÎMC TV ji di hedefê de ye. Ev qenalan ji ber ku rastî derdixistin ber çavan, hikûmeta Erdogan a faşîst êrîşî wan kir. Ev ji bo rojnameyan jî, ji bo nivîskaran jî derbasdare. Niha di zindanên Tirkiyeyê de bi sedan nivîskar û rojnamevan hene. Divê her kes baş bibîne ku Tirkiye bi destê Erdogan ketiye nav dîktatortiyekê.
Niha Eutelsat jî ji bo girtina Med Nûçeyê biryar daye. Hûn vê nêzikatiyê bi taybet jî nêzikatiyên Ewropa a di vê mijarê de çawa dinirxînin?
Girtina 10 qenalên Kurdî li Tirkiyeyê û biryara Eutelsat di heman wextê de ne. Ev biryara Eutelsat girtiye, biryareke derhiqûqî, derveyî rêgezên çapemeniyê ye û bi awayeki korsanî hatiye girtin. Têkîliya xwe bi biryarên AKP-Erdogan û dewleta Tirk a li dijî medyaya Kurd girtî re heye. Pir balkêş e, piştî bûyerên li Tirkiyeyê û şûn de biryara Eutelsat a ji bo girtina Med Nûçeyê nêzîkatiya dewleta Tirk û Ewropa radixe ber çavan. Em baş dizanin ku biryara Med Nûçe TV jî encamek vê nêzîkatiyê ye. Ewropa jî di bûyerên wisa de tiştê ku tenê dibêje; ‘Em ji bûyerê ku li Tirkiyê diqewimin pir bi fikar in.’ Lê ev têrê nake, divê li hember Tirkiyê helwestên pir tund bê danîn û van politikayên wan ên qirêj û gemar a li hember Kurdan dimeşîne qebûl nekin. Divê dewletên Ewropa jî neyên lîstokên Erdogan-AKP’ê û bi wan re tevnegerin. Niha dewleta faşîst a Tirk dixwaze Med Nûçe, İMC û Stêrk TV û hwd. jî bide girtin. Wisa xuya dike ku dewleta Tirk a faşist ji bo qirêjiyên wan di qada navneteweyi de xuya neke bi hevkariya hinek welatên Ewropa wê bikevin nava tevgerê.
Herî dawî banga we ji bo vê çi ye, divê çi bê kirin?
Pêwîst dike ku bi giştî gelê Kurd xwedî li qenalên xwe derkevin. Ji ber ku heta niha ev qenalan serhildanên gel, êş, xwepêşandan û daxwazên gel digihand cîhanê. Ev qenal dengê gelê Kurd in. Kurdan bi cîhanê didane nasîn, berxwedan, çand, huner û têkoşîna Kurdan nîşanî tevahi cîhanê dan. Di destpêkê de li Bakurê Kurdistanê, divê gelê Kurd û hêzên demokratîk li dijî girtina qenalên xwe dakevin qadan û xwedî li dengên xwe derkevin. Pêwîstî pê heye ku Kurdistaniyên li Ewropayê jî li diji biryara Eutelsat’ê ya di warê MED NÛÇE’yê de biherikin qadan û vê biryarê şermezar bikin. Îro ew roj e ku pêwîst e hemû gelê Kurd û beşên demokrat xwedî li dengên xwe derkevin û van êrîşan qebûl nekin.