EDG: Gel dikare bi hêza xwe vê krîzê ji holê rake

Eniya Demokrasiyê ya Gel li ser krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku baweriya gel êdî bi gendelkaran nemaye.

Eniya Demokrasiyê ya Gel (EDG) ku beriya niha bi demeke kurt li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ava bû, li ser krîza li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuniyê de hat gotin, "Guman nemaye ku ezmûna rêveberî û desthilatdariya Herêma Kurdistanê di warê pêk anînê de li hemberî gel û welat bin ketiye. Di warê ezmûnê de ev binketin gihîştiye lûtkeyê. Hemû rengê jiyana welatiyan hatiye paş guh xistin. Ji rewşa jiyana welatiyan dûr in. Piraniya welatiyan bi hejarî dijîn. Çend meh in mûçeyên karmend, mamostayan, teqawîtan, pêşmerge û kêmendaman nehatine dayîn."
 
Di dewama daxuniya Desteya Serokatiyê ya Eniya Demokrasiyê ya Gel de wiha tê gotin; "Di demeke ku dahetekî zêde di destê desthilatdariyê de, lê ji ber gendeliyê xelkê Herêma Kurdistanê du caran hejar û bêçare bûye. Gel jî di vê demê de baweriyê bi gendelkaran naynin. Ji ber vê yekê krîzek kûr çêkirine. Xelk jî di rewşekî xirab a bê sînor de dijî. Ji aliyê din ve welatên derve berdewam destê xwe davêjin partiyên desthilatdariyê û partiyên herêmê jî her tim li cemsera wan dewletane. Kurdistan kirine cihê pêşbazî û şerê xwe.
 
Beşeke mezin metirsî li ser siberoja çarenûsa gelê me çêkirine. Gerîla, pêşmerge û şervanan parastinek mezin kirin. Planên hêzên pişt DAIŞ'ê şikandin. Her çend ku desthilatdarên Herêma Kurdistanê metirsiya DAIŞ'ê kiriye hincet ku zextê li ser civakê zêde bikin jî, lê heya niha jî weke bazirganan nêzî rewşê dibin. Ji ber vê yekê jî niha rewşa Herêma Kurdistanê heya asta jor ji bo civakê bi êş û giran e. Pêwîste demildest hemû aliyên desthildatdariyê li cihê ku rewşa heye bêxin stûyê hev, divê bersiva daxwaza welatiyên nerazî bidin. Êdî bi rengekî neberpirsyar bi sebra welatiyan nelîzin."
 
Desteya Serokatiyê herî dawî got, "Em weke Eniya Demokrasiyê ya Gel, bi daxwazên rewa yên hemû beşên civakê re ne. Em daxwazên wan diparêzin û parastina mafên wan weke erkeke xwe dibînin. Em ê her tim li gel wan bin. Em di wê baweriyê de ne ku ji derveyî gel wê ti kes hewara wan neyên. Ji derveyî civakê nîne ku  maf û azadiya xwe bi dest bîne. Yekane hewara bi gel ve bê civak bi xwe ye.  Ji ber vê yekê ji bo gel hewara xwe bê divê bawerî bi hêza xwe hebe. Eniya Demokrasiyê ya Gel daxwazê ji hemû beşên civakê dike ku êdî nebin qurbanê pêşbaziya aliyên siyasî. Ku niha tê meşandin."