Li Wanê li dijî zextên li ser çapemeniyê çalakî

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê rawestandina weşanên qenalên mûxalîf ên ji hêla RTUK’ê protesto kirin û gotin, “Em ê bîatî yek dengî nekin.’

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, têkîldarî zêdetirî 20 televîzyon û radyoyên ku bi Biryarnameyên Di Hikumê Qanûnê de ji hêla RTUK’ê ji TURKSAT’ê hatin derxistin li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de ku pankarta, “Em ê bîatî yek dengî nekin. Çapemeniya Azad nikare bê bêdengkirin. Dest nede dengê min” hate vekirin, dirûşmeyên “Zext nikarin me bêzar bikin” hatin berzkirin. 

Rêveberê Şaxa Tum-Bel Senê Yûsûf Sevmîş di çalakiyê de axivî, diyar kir ku girtina TV û radyoyên ku alîgirên ked, demokrasî, xwişk û biratiyê ne, derbekirina mafê agahîwergirtinê ye, wiha dewam kir; “Zext  û dorpêça li ser me her çiqasî zêde dibe bila bibe jî wê ti tişt nikaribe pêşî li rastiyan bigire. Heta rastî hebin, ên ku wê biweşînin jî hebin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.