Radyo Karacadag jî hat girtin
Radyo Karacadag a li Rihayê dengê welatiyên Kurd, Ereb û Tirkan e jî hat girtin.
Radyo Karacadag a li Rihayê dengê welatiyên Kurd, Ereb û Tirkan e jî hat girtin.
Radyo Karacadag a ku li Rihayê radyoya herî zêde tê guhdarkirin û 22 sal in weşanê dike hate girtin. Radyoya ku di 1994'an de hat vekirin û heta 2000'an weşana xwe berdewam kir, 3 salan bi biryara RTUK'ê ve hate girtin, ji 2000'an heta 2013'an jî bi navê Radyo Net weşana xwe berdewam kir. Gelek xebatkarên radyoyê hatin binçavkirin û girtin. Radyoyê piştî 2013'an careke din bi navê Karacadag dest bi weşanê kir. Polîsên ku hatin radyoyê biryara girtinê nîşan dan û tiştên li hundir tespît dikin.
Li radyoya ku bi Kurmancî, Dimilî, Tirkî û Erebî weşanê dike polîs hê jî tiştên li hundir tespît dikin.