‘Di lêpirsîna Elçî de ji wê rojê û şûn de ti kar nehate kirin’
Serokwekîlê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiyê ku ji bo Seroka Baroya Amedê Tahîr Elçî de axivî got ku di dosyaya lêpirsîna Elçî de dozger tuneye.
Serokwekîlê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiyê ku ji bo Seroka Baroya Amedê Tahîr Elçî de axivî got ku di dosyaya lêpirsîna Elçî de dozger tuneye.
Serokwekîlê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiyê de, ku ji bo Seroka Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hate qetilkirin axivî got ku di dosyaya lêpirsîna Elçî de dozger tuneye.
Baroya Amedê ji bo ku kiryarên qetlikirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê beriya 303 rojan hate qetilkirin bê dîtin û lêpirsînekî berfireh bê kirin li ber Edliyeya Amedê hatin cem hev. Di çalakiyê de gelek parêzer beşdar bûbûn û her wiha hindekarê Zanîngeha Kocaeliyê Umît Bîçer ê ji kar hate durxistin, akademîsyenên ku endamên Însiyatîfa ji bo Aştiyê Akademîsyen in, endamên Platforma Şaxên KESK'ê yên Amedê jî piştgirî dan û pankarta "Em ê te ji bîr nekin" a li ser wêneyê Elçî heye hate vekirin.
Serokwekîlê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiyê de axivî û got ku bi kuştina Tahîr Elçî ve hate xwestin ku welat ber bi kaos û tarîtiyê ve biçe, dozgerê ku lêpirsîn dida meşanin piştî hewldana 15'ê tîrmehê tayîna wî derketiye û niha dozgerê ku li dosyayê binêre tuneye.
Ozmen bang li Serdogerê Komarê ya Amedê kir û wiha got: "Divê ev lêpirsîn bi delîlên rast û beşdariya baroyê bi awayeke vekirî bê meşandin."