Navê girtiyê di îsyana Girtîgeha Şirnexê de jiyana xwe ji dest da eşkere bû
Hat diyarkirin ku navê girtiyê duh bi şev li Girtîgeha Şirnexê jiyana xwe ji dest da, Cegerxwîn Akdenîz e.
Hat diyarkirin ku navê girtiyê duh bi şev li Girtîgeha Şirnexê jiyana xwe ji dest da, Cegerxwîn Akdenîz e.
Duh bi şev li qawîşa zarokan a Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê serhildan çêbibû. Heta niha hê jî rayedarên dewleta Tirk û rêveberiya girtîgehê der barê bûyerê de ti daxuyanî nedane. Li gel vê eşkere bû ku zarokê duh li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye Cegerxwîn Akdenîz ê ji Amedê ye. Di serhildanê de li gel Akdenîz zarokekî din jî bi giranî birîndar bibû, lê heta niha navê wî nehatiye diyarkirin û hê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê dermankirin û hat diyarkirin ku rewşa wî giran e.
Her wiha tê payîn ku sibehê malbata Akdenîz a ku li Mêrsînê dijî were Şirnexê û cenazeyê zarokê xwe werbigirin.